11:01 18 Çile 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2401

    Rûsya eşkere dike ku ew çek û teqemeniyan dide Iraq û Sûriyê jibo wan di şerê li dijî DAIŞê de bikarbînin.

    Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniyekê de rêxxistina DAIŞê wek gefeke rasterast li ser ewlekariya Rûsya da nîşandan û got ku welatê wî wek alîkariyekê di

    şerê li dijî DAIŞê de, çekan dide Iraq û Sûriyê. Lê wî curê wan çekan eşkere nekir.

    Lavrov ragihand ku DAIŞ niha dijminê wan yê sereke ye, ji ber ku, herî kêm bi sedan rûsî, ewropî û amerîkî tevlî wê rêxistinê bûne û êdî ew vedigerine welatên xwe û dibe ku

    karên têrorîstî pêk bînin.

    Rûsya tevlî hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê nebûye, wê hevpeymaniyê rexne kir û ji Washingtonê xwestibû ku di şerê li dijî DAIŞê de kar ligel rejîma Sûriyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Hevkarîya Nukleerî ya Rûsya û Îranê: Bûşer-2
    Frank Walter Ştaynmayer: Gereke Rûsya vegere G8`ê
    Ewrûpa ji ambargoyên antî Rûsya zirarê dibêne
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de