16:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Avahiya Gazprom`ê li Moskowê

    Komîsyona Ewrûpayê li hember Gazprom`ê dest bi lîstokeke metirsîdar kir

    © Sputnik/ Vladimir Viatkin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1101

    Komîsyona Ewrûpayê, şîrketa Rûsyayê Gazprom`ê bi binpêkirina rêbazên antî monopol ên YE ve tawanbar kir.

    Di daxuyaniya Komîsyona Ewrûpayê de tê  gotin, ku  Gazprom`ê di bazarên Ewrûpaya Rojhilat û Navendî de   rêbazên hevrkiyê yên YE`yê  bin pê kiriye. 

    Pispora tirk a di warê ewlekariya enerjiyê de Tugçe Varol nakokiya di navbera Komîsyona Ewrûpa û Gazpromê de ji Spûtnîk`ê re nirxand:

     “Yekîtiya Ewûpayê cara pêşîn sîyaseta pêkanîna Yekîtiya Enerjiyê pejirand. Ji bo sepandina vê sîyasetê pêwîst e ku dewletên Ewrûpî li hember Gazprom`ê, an ku li hember Rûsyayê bibin yek.  Ji ber ku bi nêrîna Brukslê, astengiya herî mezin a li pêşiya sîyaseta enerjiyê ya YE`yê Rûsya ye.  Lewma jî  YE,  wê li dijî Gazprom`ê hemû dewletên Ewrûpayê bîne cem hev. Bi taybetî jî wê bixwaze ku dewletên Rojhilatê Ewrûpayê bi hev re li dijî Gazprom tev bigerin. Lê belê li Ewrûpayê herêmê ku herî zêde berbenda gaza siruştî ya Rûsyayê ne, dewletên han in.  Taktîka herî giring a Rûsyayê jî li hember sîyaseta enerjiyê ya Ewrûpayê ew e, ku peywendiyên xwe yên dualî bi her dewletekî re bidomîne.  Bi baweriya min, serkeftîbûna sîyaseta Yekîtiya Enerjiyê ya Ewrûpayê bi guman e.  Ji ber ku di rewşa îroyîn de veberdêriyên Gazprom`ê li wan dewletan pir mezin in û di demekî kurt de derxistina  wan ji herêmê ne mumkun e. 

    Bi baweriya min, ev pêngava Konseya Ewrûpayê wekî hişyarîyekî ye û ev mijar wê bi Herika Tirkiyeyê re jî bê girêdan.  Raste, Tirkiye endama YE nîne û lewma jî tevli sîyaseta eneriyê ya YE nabe. Lê di pêşerojê de, dema ku di gotûbêjên endamtiyê de wê mijara enerjiyê bê vekirin, YE wê hewil bide ku Tirkiyeyê jî têxe lîsteya dewletên Rojhilata Ewrûpayê”. 

    YE bi tawanbarkirina Gazprom`ê, hewil dide, peymanên ku beriya Paketa Sêyemîn a Enerjiyê hatine îmzekirin, vala derbixe. Lê belê, li gorî nêrîna Tûgçe Varol, heta ku YE binesaziya xwe amade nake, nikare Gazprom asteng bike. 

    “Razandinên Gazprom”ê li wan dewletan  di berdêla malîyetekî de hatine pêkanîn.  An ku ne Bûlxaristan, ne Lîtvanya, ne jî Letonya  ne wan xetên binesazî û ne jî şîrketên parvekirinê yên gazê bê pere ne dane Gazprom`ê.  Bê gumanö di vıre de hin guşarên sîyasî jî çêbûne. Lê ev yek li her derê dinyayê wisa ye.  Şîrketên Amerîkî, Faransî û Îngîlîzî li Rojhilata Navîn, an jî li herêmên din ên cîhanê jî van guşaran disepînînin.  Hêjayê bi gotinê ye ku YE li vê derê dewletên Rojhilata Ewrûpayê  ji hev cuda kirine. Neh dewlet cuda, pênc dewlet cuda û vê dawîyê jî du dewlet — Bulxaristan û Polonya — cuda kiriye. Lê di wan demên dawiyê de em dibînin ku peywendiyên Rûsyayê li gel du dewletên din ên Ewrûpayê baştir bûye û bi wan re dest bi gotûbêjên enerjiyê kiriye.  Yek ji wan Macaristan û ya din jî Yûnanistan e. Macaristan hema di serî de pitgirî dabû Herika Tirkiyeyê. Niha Yûnanistan jî  bi Rûsyayê re dest bi gotûbêjan kiriye û ev yek Brukselê endîşedar dike.  Lewma jî Bruksel hewil dide ku sîyaseta Gazprom`ê dorpêç bike”.

    Beriya bi demekî, berpirsê Yekîtiya Enerjiyê ya Komîsyona Ewrûpayê Maroş Şefçovîç ragihandibû ku li hember Gazprom`ê doz hatiye vekirin.  Şefçovîç dabû zanîn ku doz êdî gihîştiye qonaxa xwe ya dawî û  di encamê de dêwê enerjiyê yê Rûsyayê dikare  bi tezmînateke mezin bê mehkûm kirin.  Vê carê jî, li hember Gazpromê tawanbariya binpêkirina  rêbazên antî monopol tê pêş xistin.  Tugçe Varol dibêje, Komîsyona Ewrûpayê li hember Gazpromê dest bi sîyaseteke pir metirsîdar kiriye, lê  Gazprom jî wê bê deng namîne: 

    “Beriya bi çend rojan serokê Gazprom`ê Aleksey Mîller hişyariyeke cidî dabû Ewrûpayê û weha axivîbû: `Ewrûpa bazara me ya yekane nîne û li Rojhilatê jî mezintirîn bazra me ya nû heye.  Dema ku em bixwazin, em dikarin bera van xetan  bizvirînin. Lewma jî divê Ewrûpa xwe amade bike`.  Bi nêrîna min, eger tezmînat pir mezin be û bikaribe  Gazprom`ê ji bingehê ve bilerzîne, hingê Rûsya vê yekê wekî nîyetekî xirab binirxîne. Û di bersivê de Rûsya dikare bera xetên gazê ji Ewrûpayê bizvirîne.  Ji ber ku vê gavê  dewletên Asya, bi taybetî jî Çîn li benda gaza Rûsyayê ne.  An ku eger tezmînat mezin be, wê Rûsya bi metiqeke serdema `şerê sar` li Ewrûpayê binêre.  Bi baweriya min, ev bazarî êdî gihîştiye qonaxeke pir metirsîdar.  Jixwe Aleksey Mîller jî gotibû: ` Em Herika Tirkiyeyê amade dikin û eger hûnê jî xeta mayîn a li hember wê amade nakin, hingê hûnê bê gaz bimînin`.  Lê ez bawer nakim ku aboriya Ewrûpayê vê rîskê rake. Raporên ku ji aliya Yekîtiya Ewrûpayê hatine amadekirin vê gavê li ber destê me ne. Tê de bi aşkere xuya dibe, ka pêwîstiya aboriya wan bi çiqas gaza siruştî heye. Lewma jî ew nikarin hema yekser dev ji gaza Rûsyayê berdin, an jî pêdiviya xwe ya gazê kêmtir bikin. Ji hêla din, YE hêj jêderke alternatîv jî peyda nekiriye". 

    Bi heman mijarî:

    Amerîka inisyatîvek beranberî ya `Gazprom` pêşniyarî Yonanistanê amade dike
    Serokê korporasyona `Gazprom` wê 21 Nîsanê bighêje Afînê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de