11:10 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Zêtûnê kesk û zeyt

    Ewrûpa ji ambargoyên antî Rûsya zirarê dibêne

    © Fotolia/ Сarballo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1701

    Ewrûpa xwe ji zirarên mezintir re amade dike. Li gorî hesabên pêşîn, ji ber ambaragoyan li hember Rûsyayê zirarê Ewrûpiyan dikare bigihêje 300 mîlyar dolaran. Bê guman, mirov dikare hêla erênî ya vê yekê jî bibîne, lewre, berê behsa bi trîlyonan ewro dihat kirin.

    Piraniya karsazên Ewrûpî rexne li sîyasetmedarên Ewrûpî digrin û tekez dikin, ku li şûna çareserkirina pirsgirêkên aborî, wan îdîayên sîyasî pêş dixin.  Mezintirîn karsazên Almanya, Fransa û Îtalyayê mukur li xwe tên ku, wan, ji ber  ambargoyên li dijî Rûsyayê zirarê dikin.  Lewma jî gelek karsaz hewil didin, bi riyên curbicur peywendiyên xwe bi partnerên xwe yên Rûsyayê re bidomînin.  Bo nimûne, karsazên Fransî dixwazin di bazara Rûsyayê de bimînin. 

    Karsaz her wisa hewil didin ku sîyastemedar hişyar bikin, da ku ew cîhana real bibînin. Lê belê piraniya karsaz bawer nakin ku serkeftî bin, lewma jî li riyên din digerin.  Serokê Banka Rûsî ya Navneteweyî Yevgenî Retunskî di vê mijarê de van zanyariyan dide:

    "Ew xwedî rêxistinên xwe yên lobî ne, yekîtiyên wan ên pîşesaziyê hene, odeyên bazirganî û pîşesazî hene. Eger karsaz dixwazin, divê ew bi ser van saziyan re karê lobiyê bikin. Bi baweriya min, piranî dixwazin pirsgirêk bi riyên fetlonekî çareser bikin, Ji ber ku bi nêrîna min, ew bawer nakin, ku ambargo di demekî nêz de  bêne rakirin, an jî nermkirin". 

    Ji aliya din, kaxizên nirxdar ên Rûsyayê jî bi kêrî veberdêran tên.  Fînansîstê rûs Yûliyan Lazovskî  di vê mijarê de van zanyariyan dide:

    "Kaxizên Rûsyayê her tim bala veberdêran dikşandin. Ji ber ku ew, ji bo bicihkirina lîkîdîteya serebst  amûreke pir kardar e.  Bi ser de jî, îro kardarî bilind bûye, ji ber ku hemû faîz:  faîza Banka Navendî jî, faîza  razandinê jî bilind bûne".

    Ji aliyê din jî fînansîtê navdar ê Amerîkî Jim Rogers benzînê avête ser agir.  Wî da zanîn, ku Rûsya jê re bazareke pir balrakêş e.  Hêjayê bi     bîrxistinê ye ku Rogers di sala 1973-ê de  li gel George Soros  Quantum Fund damezirandiye. Di maweya deh salê de kaxizên wê fonê ji % 4200 bilind bû.  Berovajî wê yekê, bo nimûne, endeksa S&P  tenê ji % 47 bilind bûbû.  Wî her weha pêşbîniya krîza fînansî ya Amerîkayê jî kiribû. 

     

    Bi heman mijarî:

    Rakirina ambargoyên li ser Rûsyayê bi Ûkraynayê ve girêdayî ye
    Etîketan:
    Rûsya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de