17:44 23 Çile 2017
Zindî
    Weşana `Hêla rasterast bi Vladîmîr Pûtîn re`

    `Hêla Rasterast` a Pûtîn çawa nirxandin?

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 501

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn cara 13-mîn bi bernameya `Hêla Rasterast a bi Pûtîn re` derket pêşiya gel. Di bernameya zindî de ku 4 saetan dom kir, Pûtîn zêdetirî ji 70 pirsan bersivandin.

    Li gorî nêrîna çavdêran, îsal beşdarîkrina welatiyan di bernameya `Hêla Rasterast a bi Pûtîn re`  de  ji salên berê çalaktir bû.  Beşdaran herî zêde pirsên girêdayî bi aboriya pirsî. Li ser peywendiyên navneteweyî nêzîkî 10 pirs hatin pirsîn. Ji bilî wan, Pûtîn çend daxuyaniyên giring jî dan.

    Bernameya `Hêla Rasterast a bi Pûtîn re` êdî bûye kevneşop û li derveyî welêt jî bi baldarî tê şopandin. 

    Hê jayî bi gotinê ye ku hin daxuyaniyên Pûtîn Tirkiyeyê jî têkildar dike. Bi vê mijarê ve girêdayî Serokê Enstîtuya Navneteweyî ya Nêrîna  Stratejîk a Tirkiyeyê Yûsûf Çinar pirsên peymanêrê Spûtnîkê bersivandin:  

    Spûtnîk: Gelo li Tirkiyeyê bernameya Pûtîn çawa tê nirxandin?

    Yûsûf Çinar: Bi ya min, ev gaveke pir giring e. Bi vê gavê re, Pûtîn di rastiyê de mesajeke dide cîhanê.  Pûtîn dixwaze ji cîhanê re bibêje: `Eger min bawriya xwe bi gelê xwe ne aniya, ez ne li vir bûma`. Ev yek nîşan dide ku li Rûsyayê demokrasî heye. Bi awayekî aşkere xuya dibe ku Pûtîn wek lîder ji aliya gel tê hezkirin. Peywendiya Pûtîn  bi her kesî re: ji zarokan bigre heta bi kal û pîra, ji welatiyên navsale bigre heta bi ciwana re heye. Ev, di wateya demokrasiyê de fakorekî pir giring e û bi baweriya min ewê dê bandor li sîyaseta derve ya Rûsyayê jî bike.

    Spûtnîk: Li ser abmargoyên welatên Rojava, Pûtîn got `ambargo ne pirsgirêk in, berovajî, ji bo vebûna li dewletên nû fersendekî ne`. Bê guman, yek ji wan fersendan  jî Tirkiye ye. Gelo daxuyaniya han li Tirkiyê çawa hat pêşwazîkirin?

    Yûsûf Çinar:  Di heyama şerê sar û piştî wî, Tirkiye  bi tevayî di bin kontrola DYA de  tev digeriya. Lê piştî sala 2002-an Tirkiye di warê siyaseta derve de xwe ji berbendiya DYA  derxist û xweseriya xwe ya nîsbî zêdetir kir. Di wê wateyê de bi baweriya min, Tirkiye wê her tim ji hevkariya bi Rûsya û Çînê re vekirî be. Lewre, di hevdîtinên Erdogan û Pûtîn de behsa wê yekê hatibû  kirin, ku Tirkiye dikare bibe endama Rêxistina Hevkariya Şenghayê. Eger Rûsya û Çîn endamtiya Tirkiyeyê di Rêxistina Şanghayê de bipejirînin, wê Tirkiye amade be ku pêvajoya endamtiya xwe ya di YE de ji ber çava re derbas bike. Bi kurtayî, di nava 1-2 salên pêş me de Tirkiye wê hewil bide ku tevli her gavavêtinên dewletên mezin ên derveyî DYA  bibe.  Bê guman, divê em vê pirsê jî xwe bikin: gelo, DYA wê îznê bide ku Tirkiye ewqas  serbest tev bigere?  Dibe ku piştî Obama emê nikakrin van mijaran bînin ziman.  Lê di mercên îro de Tirkiye bi her cure peywendiyên bi Rûsya û Çîn û dewletên din ên mezin re amade ye.

    Ambargoyên ji derve nikarin zêde bandor li dewletên mîna Rûsya û Çîn bikin. Lê eger bandor hebin, dê dewletên han dikarin dest bi lêgerîneke derveyî sîstemê bikin û ev yek pir metirsîdar e.  Bi baweriya min, divê Rûsya di nava sîstemê de bimîne. Eger îro rê tê vekirin, ku dewleteke mîna Îranê têkeve nav sîstemê, hingê sepandina ambargoyên aborî û guşarên sosyal ên li ser dewleteke hîn mezintir a mîna Rûsyayê  wê bandoreke negatîv li aramiya cîhanê bike. 

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn di `Hêla Rasterast` de li gel welatiyên Rûsyayê mijarên aktuel gotûbêj kirin
    Pûtîn di `Hêla Rasterast` de li gel welatiyên Rûsyayê mijarên aktuel gotûbêj dike
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de