12:56 20 Çile 2017
Zindî
    Têymûrazê Efo Reşoyêv

    Têymûrazê Efo Reşoyêv - heykeltraş û wênekêş. (Beşa Duyemîn)

    © Foto: Wêne yê ji arşîva Têymûrazê Efo Reşoyêv
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 3400132

    ”Hunermendî yek ji rêyên hevgirtina merivan e”. Lêv Tolstoy

    Bedewî wê cihanê biparêze?

    Têymûrazê Efo dibêje, ``bedewî wê cihanê biparêze. Ev fikira nivîskarê rûsan yê bi nav û deng Fyodor Dostoyêvskî pir kûr di nav femdarîya me da rûniştîye. Dibêjin, ku bedewî, di nav wê da hunermendî jî, merivan diparêze, paqij dike, perwerde dike. Di dema pêşketina medenîyetê da serketin û binketin hebûne. Lê hunermendî hertim jî hewil daye rastîyê bibîne û di demên oxirmên giran da ew bûye parastvana kûltûra merivayê``.

    Xebata Raşoyev Teymûraz – Lalişa Êzdîyan
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Têymûrazê Efo Reşoyêv
    Xebata Raşoyev Teymûraz – Lalişa Êzdîyan

    ``Bedewî – ew çekeke xurt e, ku cihanê diparêze. Her kes ji me bedewîyê bi cûrê xwe fem dike, bi cûrê xwe lê mêze dike, hewil dide tê da xweşikîya xwe bibîne. Carina wisa dibe, ku ez bedewîyê di nav rûyê jinekê û porên wê yên vegirtî da dibînim, carina jî nîşanên bedewîyê di porên jinê yên gijgijî da dibînim, heta di wan da xeysetê wê jî dibînim. An jî, niha di rojên buharê yên pêşin da wê gelek tiştên wênekişandinê hebin. Kulîlkên teze, femkirina bedewîyê ya bi cûrê teze``.

    Xebata Raşoyev Teymûraz – Melekê Tawus
    Têymûrazê Efo Reşoyêv
    Xebata Raşoyev Teymûraz – Melekê Tawus


    Têymûrazê Efo derbarê afrandina berhemên xwe de wisa dibêje: ``Di destpêka xebatê da, dema xeysetê berhemê di serê min da çê dibe, taybetmendîyan dibînim, wê demê dilrehet dibim û ji kar dûr dikevim. Ez pêjgîrê davêjim ser berhemê, û çavên xwe rehet dihêlim bona hêsa bin. Dû 2-3 rojan ra careke din vedigerim ser berhema xwe û bi serîyekî sar lê mêze dikim. Dîsa 5-6 sehetan dixebitim, pişt ra 2-3 rojan hêsa dibim û ha berdewam dikim. Xwedê meriv cuda-cuda çê kirine. Her merivek xwedî zanyarîyekê ye, bi bawerîya min, gava meriv berhemekê saz dike an jî xanîyekî çê dike, wek zaran şa dibe, ruhdar dibe û dema hemû şa dibin, wê demê ew dibe cejin``.

    Xebata Raşoyev Teymûraz – Mela Mistefa Barzanî
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Têymûrazê Efo Reşoyêv
    Xebata Raşoyev Teymûraz – Mela Mistefa Barzanî


    Li ser danasîna berhemên xwe, Têymûrazê Efo wisa dibêje: ``Yek ji pêşangehên hêjayî bîranînê Keremê Anqosî bona me da teşkîlkirinê. Wênekêşên ji Ermenîstanê, Azêrbêcanê jî teglîf kiribûn û gelek wêne hatibûn nîşandan. Lê niha pêwendîyên min bi Ando Çildergûşî ra hene, ewî pêşengeha xwe li Kurdistanê vekir û gelek deng da. Mîranê Okê li Almanîyayê dijî, gelek kardar dixebite, meriv dikare ser malpera wî li berhemên wî mêze bike. Wênekêşa me ya xalîçeyan Besê, gelek aqil û bi zên e, berhemên wê yên zêndînîgarîyê bêqusûr in. Anton ji alîyê wenêkêşîya nîgaran da gelek serketî ye, ew piranî bi têma miletîyê wêneyan çê dike``.

    Raşoyev Teymûraz – Di dema xebata li atolyeyê
    © Foto: Wêne yê ji arşîva Têymûrazê Efo Reşoyêv
    Raşoyev Teymûraz – Di dema xebata li atolyeyê


    Niha Zûrab Tsêrêtêlî li ser kompozîsyona peykerîyê kar dike, ku ewê wêya diyarî rêxistina hemcihanî UNECKOyê bike. Ez û karmendên min wî karî pêk tînin. Eger ez behsa planên xwe yên şexsî bikim, dikarim bêjim, ku ez amadekarîya pêşengeha xwe ya şexsî dikim.

    Bi heman mijarî:

    Têymûrazê Efo Reşoyêv - heykelterêş û wênekêş. (BeşaYekemîn)
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de