09:34 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Oles Buzîna

    Sosret e ku YE`yê li hember cînayetên sîyasî yên li Ûkraynayê bêdeng e

    © Foto: Wêne yê ji arşîva Oles Buzina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1601

    Cînayeta nivîskar û rojnamevan Oles Bûzîn bûyereke erjeng e

    Cîgira rêvebirê Departamenta Înformasyon û Weşanê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova ji ber li Kîyevê kuştina nivîskar û rojnamevanê navdar Oles Bûzin xemgînîya xwe dîyar kir. Zaxarovayê destnîşan kir, ku tiştê erjeng ne tenê kuştina nîvisîkar, lê her weha bêdengîya YE`yê ya li hember cînayetên sîyasî yên li Ûkraynayê ye.

    Nûnera Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hestên xwe yên bi wê bûyerê ve girêdayî di rûpela xwe ya di Facebookê de anî ziman.

    M.Zaxarova: Erjeng e. Û ne tenê ji ber wê cînayetê. Mixabin, ew cînayet destpêka tasfîyeyên sîyasî yên li Ûkraynayê ne. Desthilata Kîyevê cinawirên nîjadperest serbest berdan û gereke wan têr bikin, ku desthilata xwe winda nekin.  Her weha ew yek jî erjeng e, ku heta niha tu welatên YE`yê nabînin, ku jimara şahidên antîmaydanê her diçe kêmtir dibin.

    Werin em ji serok yan jî wezîrên karên derve yên Estonya, Lîtvanya, Polonya, Swêd, Brîtanya, Kanada, DYA, Avistralya, nûnerên Rêxistina Hevkarî û Ewlekarîya Ewrûpayê, YE, NATO`yê re ``xemgînîyên xwe yên derbarê kuştina kesayetê sîyasî yê ûkraynî`` bişînin û ``atmosfera erjeng  a li Ûkraynayê`` şermezar bikin.

    Etîketan:
    Rûsya, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de