19:05 25 Gulan 2017
Zindî
    Mîroyê Qanat – sazbendê bi nav û deng

    Mîroyê Qanat sazbendê bi nav û deng. (Beşa duyemîn)

    © Foto: Wêne yê ji arşîva Mîroyê Qanat
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 363291

    Bingehvanê edebîyeta kurdî Erebê Şemo gotîye, ku gava dengê miqamên mey û bilûrê tê, mar jî ji kêleka te re derbaz be, li te naxe.

    Bilûr, meya, fîq û zurne aletên sazbendîyê yên hêna pûtperestîyê ne. Ew hemû jî bi dilê miletê me ne. Dengê van aletên sazbendîyê dewatan û şahîyan dixemilînin. Di rojên şînê û şayê da ewana ber dilê milet diha ezîz dibin.

    Em sohbeta xwe ya bi sazbendê bilûr, mey, fîq û zurneyê Mîroyê Qanat re berdewam dikin.

    Mîroyê Qanat dibêje, gotineke pêşîyan heye, dibê: "Gîha ser koka xwe şîn dibe". Dema zargotina milet tê parastin, ew milet pêş dikeve û winda nabe. Û demekê min û hevalên, ku em wek hev difikirin, me texmîn kir, ku tirsa windabûnê heye, folklora me dikare winda bibe. Û min fem kir, ku ez gerekê çi bikim. Min ji xwe pirsî: Eger ne ez, lê kê?

    Taybetmendîya sitranên me di wê yekê de ne, ku ew hemû sitran jîyana kurdan tînine ber çavan. Kilamên me yên govendê bi awayên xwe ji wan kilaman têne cudakirin, ku dema xebatê têne sitranê, wek di dema çandinîyê, dirûnê, dotinê, çêkirina xalîçeyan, ristinê û badana teşîyê têne sitiran.

    Sitranên lûrîkirinê, bûyerên derheqa mêrxasîya dîroka kurdan de, yên mêranîyê û mêrxasîyê, evîntîyê, derheqa bûkê, şaristanîyê, ruhanîyê û gelekên din û ev hemû di folklora me da cîyê xwe yê layîq digirin. Bi sedan destanên me, yên wek "Mem û Zîn", "Kerr û Kulik", "Xecê û Sîyabend", "Dewrêşê Evdî", "Memê û Eyşê", "Memê Alan" sertacên efrandarîya kurdan in.

    Mîroyê Qanat
    © Sputnik/ Wêne yê ji arşîva Mîroyê Qanat

    Bilûr, meya, fîq û zurne aletên sazbendîyê yên hêna pûtperestîyê ne. Gişk jî li min xweş tên, ew hemû jî bi dilê miletê me ne. Dengê van aletên sazbendîyê dewatan û şahîyan dixemilînin. Di rojên şînê û şayê da ewana ber dilê milet diha ezîz dibin. Lê ez dixwezim meyayê ji yên din cuda bikim. Awazên wê bi perwazîya xwe va nazik in.

    Wek edet, du kes li meyê dixin. Yek solîst e, ew li ser meyê miqamên sitiranê û reqasê lê dixe, lê yê dinê demê digire. Wergera gotina "dem"ê dide kivşê bînkişandin, pê ra lêxistin; di sazbendîya Rojhilatê de navê wê "hinkûfkirina miqamê" ye. Demkêş, gava bi cûrê bê navbirî miqamê yekawazî lê dixe, bi wê yekê va fonekê dide solîstê, ku li meyê dixe. Dema meriv wê sazbendîyê dibihê, dilrehet dibe, dikeve nava rewşeke batinî, dilrehm û dilbaristan dibe.

    Bi heman mijarî:

    Mîroyê Qanat – sazbendê bi nav û deng. (Beşa Yekemîn)
    Têymûrazê Efo Reşoyêv - heykelterêş û wênekêş. (BeşaYekemîn)
    Etîketan:
    Mîroyê Qanat, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de