15:20 24 Îlon 2017
Zindî
    Civîna Moskow-2

    Çareserîya Konflîkta li Sûrîyeyê tenê bi rîyên aştîyane ve mimkun e

    © AP Photo/ Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1501

    Hikûmet û opozîsyona Sûrîyeyê hêvîyên xwe bi serkeftina leşkerî ve girê dane

    Vadîm Makarenko

    Civîna duyemîn a nûnerên hikûmet û opozîsyona Sûrîyeyê ya li Moskowê nîşan da, ku alîyên têkildar ji bo wê yekê amade nînin, ku bi rîyên sîyasî ve problema li Sûrîyeyê çareser bikin û hêvîyên xwe bi bikaranîna hêzê ve girê didin. Bi taybet jî helwesta opozîsyonê di wê aresteyê de ye. Lê, Sekreterê Giştî yê NY Pan Gî Moon li ser dîyaloga di navbera alîyên têkildar ên Sûrîyeyê de israr dike.
    Bûyerên niha li Sûrîyeyê diqewimin,  ji perçebûna Sûrîyeyê cudatir bi awayeke din nikare bête amajekirin. Tu alîyên konflîktê ne xwedî wê hêzê ne, ku bikaribin Sûrîyeyê ji wê rewşê rizgar bikin û yan jî li ser piranîya herêmên welêt desthilata xwe dabîn bikin. Piştî şerê 4 salan tu alîyan nikarî bi ser kevin ku dawî li rijandina xwînê bînin û aramîyê dabîn bikin.
    Nirxandina civîna Moskowê giring e, ji ber ku helwestên alîyên konflîktê nîşan dide. Moderatorê ji alîyê Rûsyayê Vîtalîy Naûmkîn destnîşan kir, ku bi tevî pêwistîya demeke dirêj ya pêvajoya aştîyê jî, destpêkirina gotûbêjkirina hemû probleman giring e. Wî got ku ji bo etabên din ên gotûbêjan, di wê civînê de bingeh hate sazkirin. Naûmkîn her weha tekez kir, ku civînên konsûltasyonî yên li Moskowê dewsa guftûgoyên li Cenevê yên li ser Sûrîyeyê nagirin. Nûnerê herdem yê Sûrîyeyê yê li NY Beşar el-Ceferî civîna li Moskowê û hewlên Rûsyayê ya ji bo destpêkirina dîyaloga di navbera alîyên konlîkta li Sûrîyeyê bi bilindî nirxand. Nûnerê `Enîya Gel a Guherîn û Rizgarîyê` Cemîl Qedrî jî civîna li Moskowê bi erênî nirxand û got, ku li ser hinek pirsan lihevkirin hate dabînkirin.
    Lê, nêrînên nûnerên opozîsyonê cuda bûn. Ji bo nimûne, li gor nêrîna nûnerê Komîteya Koordînasyona Guherînên Demokratîk ên li Sûrîyeyê Hesen Abdulezîz, civîna duyemîn a li Moskowê bê encam bi dawî bû. Li gor nêrîna wî, nûnerên hikûmeta Sûrîyeyê pirsên herî giring ên welêt tenê wek pirsên teknîkî dibînin û li gor nêrîna wan, ew pirs ne hewceyê guftûgokirinê ne. Endamê Forûma Demokratîk a Sûrîyeyê Samîr Ayta jî pozîsyona nûnerên hikûmetê rexne kir û got, ku nûnerên hikûmetê ji bo çareserkirina beşeke problemê jî ne amade ne.
    Nûnerê Partîya Yekitîya Demokratîk yê li Rûsyayê Abdulselam Elî jî di wê derbareyê de wisa ragihand:

    ``Sûdmendîya civînê ew bû, ku di çar rojên ewil de nûnerên opozîsyonê li ser pirsên giştî li hev kirin, yên dixwazin raberî hikûmetê bikin. Lê, mixabin ew 10 xalên ji alîyê nûnerên opozîsyonê ve hatinî amadekirin, di civînê de ne hatin gotûbêjkirin. Wê civînê hêvîyên me vala derxistin. Nûnerên hikûmetê ji gotûbêjkirina pirsên bingehîn direvîyan. Serokê şandeya hikûmetê Caferî li ser gotûbêjkirina tenê 6 xalan israr dikir, ku tu alî ne li dijî gotûbêjkirina wan xalan in: doza li dijî terorê,rakirina dorpêça aborî, problema penaberîyê, alîkarîya mirovanî…``

    Famdarîye ku hikûmeta Sûrîyeyê re pêngavên prensîbî yên pêkanîna lihevkirina Cenevê pêwist e. Dabînkirina wê jî di şertên şer de ne pêkan e. Heta şer neyê rawestandin, pirsa `Sûrîyeya Demokratîk wê çawa bête sazkirin` wê bê bersîv bimîne. Ji ber wê yekê giring e, ku alîyên konflîktê rewşa niha napejirînin û li xwe mukur tên, ku gereke çareserîya problemê li ser esasê danezana Cenevê ya ji 30`ê Hezîrana sala 2012`yan bête dabînkirin.  Sekreterê Giştî yê NY Pan Gî Moon jî piştgirî da civîna li Moskowê û got, ku problema li Sûrîyeyê tenê bi dîyaloga di navbera alîyên konflîktê ve pêkan e. Pan Gî  Moon her weha bang li nûnerê xwe yê taybet yê Sûrîyeyê Stefan de Mîstûra kir, ku ji bo vejandina pêvajoya aştîyê xebatê bikin. Sekreterê Giştî yê NY destnîşan kir, ku encamên şerê li Sûrîyeyê ji zû de ji çarçoveya hişmendîyê derketîye: ji 210 hezar kesan zêdetir cangorî, 4 milyonan zêdetir penaber û li dora 7,6 milyon koçberên li hundurê welêt. 

    Etîketan:
    Sûrîye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de