01:19 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Mîroyê Qanat

    Mîroyê Qanat – sazbendê bi nav û deng. (Beşa Yekemîn)

    © Sputnik/ Wêne yê ji arşîva Mîroyê Qanat
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 373981

    Nivîskarekê gotîye, ku lêxistina meyê ne lîstik, lê duakirin e. Mey sazekî biçûk e, lê dengekî nazik û xweş jê derdikeve. Bingehvanê edebîyeta kurdî Erebê Şemo gotîye, ku``Gava dengê miqamên mey û bilûrê tê, mar jî ji kêleka te re derbaz be, li te naxe``.

    Ji bo wê yekê ku mirov bizanibe ka mey çi ye, bi kêmanî gereke carekê guh bide wê. Lê gava meriv guh didê, dixwaze lezeta ji dengê meyê sitendî ji wan kesan re parve bike, ku haya wan ji meyê tune. Gava dengê meyê dibihêyî, tu dibêjî qey çîya distirên an jî dar û hêşinayî dipeyîvin, ew mîna dengê girîna merivên sere û şabûna zaran e, ew dengê leşkerên di şêr de û dengê dewata kurdî ya bi hezar reng û awazî ye.

    Mîroyê Qanat dibêje ``tenê ew kes dikarin bi hostatî li saz bixin, ku dayîna Xwedê bi wan ra heye. Gotina min ne derheqa têknîka lêxistinê da ye, lê ez behsa ruh dikim. Sazbendîya rasteqîn li cihaneke din tê sazkirin. Gelek caran wisa dibe, ku guh didî sazbendekî, lê roja dinê êdî di bîra te de namîne, ka ewî çi miqam lê xistibû. Xênji têknîkê, bikaranîna tilîyan û pêçîyan, lazim e hiş û sewda jî bi kar bînî, ruhê xwe bikî nava wê sazbendîyê. Mixabin, bona gelekan sazbendî – ew xebateke û ji wê zêdetir ne tiştekî din e. Bona min sazbendî xebatek e, ku ruhê min pê baristan dibe``.

    Mîroyê Qanat derbarê çêkirina meyê de jî wisa dibêje: ``Sazên kevinare yên wek meyê, piranî ji hestuyê heywanan û ji qamîş dihatin çêkirin. Niha mey tenê ji dar çê dikin, piranî jî ji darê zerdelan, lê miletên mayîn ji darên hulîyan û gûzan çê dikin. Lê firqî di nava awazên dengderxistinê da ne. Dengê meya me nerm û xweş e, bihîstina wê lezetê dide merivan. Dema du mey bi hev re tê lêxistin, ku yek ji wana meya bona demgirtinê ye, meriv dilrehet dibe, bi awayekî hêsa dibe û demekê kul û derdên xwe ji bîr dike``.

    Mîroyê Qanat him li bilûrê dixe, him li meyê, him li fîqê, him jî li zurnê. Mîroyê Qanat sala 1973an li devera Proşyanê, li Ermenîstanê, di mala sazbendekî bi nav û deng de hatîye dinyayê. Bavê Mîro – Qanatê Kakêyê rehmetî sazbendekî kurdan ê bi nav û deng bû.

    Mîro piştî kutakirina dibistanê çû paytextê Ermensîtanê – Yêrêvanê û kete fakûlteya kurdzanîyê ya Înstîtûya ser navê Davîd Anhaxt, ku serokê wê dahêreyê nivîskarê kurd ê mezin, helbestvan Çerkezê Reşê rehmetî bû. Piştî temamkirina kûrsa dudan Mîro bi şêwra mamostayê xwe – Çerkezê Reş berê xwe da Moskowê û kete Ûnîvêrsîtêya Rûsîyayê ya Dostanîya Gelan, fakûltêya rojnamevanîya navneteweyî. Çend salan li kovara "Dostanî" de wek wergervan kar kir. Lê paşê jîyana wî bi carekê ve guhêrî – ew bû sazbendê eyan.

    Bi heman mijarî:

    Têymûrazê Efo Reşoyêv - heykelterêş û wênekêş. (BeşaYekemîn)
    Etîketan:
    Mîroyê Qanat, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de