08:04 25 Gulan 2017
Zindî
    Sîstêma S-300

    S-300 derfeta parastina lihevkirina Lozanê dide

    © Sputnik/ Dmitry Korobeinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2811

    Talîmata Vladîmîr Pûtîn ya li ser Îranê rakirina qedexeya S-300`an nîşana wê yekê ye, ku Rûsya êdî bi ambargoyên navneteweyî yên li dijî Tehranê têne sepandin ve pabend namîne

    Talîmata Vladîmîr Pûtîn ya derbarê rakirina qedexeya ji Îranê re firotina sîstema bergirîya hewayî S-300`an wek peyama serokê Rûsyayê ya ji bo civata navnetewyî tê nirxandin.
    Lê, ji bo destpêkê pêwistî bi amajekirina hinek faktoran heye. Talîmata serokê Rûsyayê piştî serdana wezîrê bergirîyê yê wî welatî ya ji bo Tehranê û serdana sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî Alî Şamxanî û serokê Komîsyona Ewlekarîya Neteweyî û Sîyaseta Derve ya meclîsa Civata îslamî ya Îranê Eladdîn Borûcerdî ya ji bo Moskowê hate dayîn.
    Hêjayê bi destnîşankirinê ye, ku talîmata qedexeya ji îranê re firotina S-300`an ji ber guşarên Rojavayê roja 22`yê Îlona Sala 2010`an ji alîyê serokê Rûsyayê yê wê demê Dmîtrîy Medvedev ve hatibû dayîn. Vladîmîr Pûtîn bi talîmata xwe ya niha ve wê peyamê dide: ew dem êdî li paş maye û êdî Rûsya guh nade welatên Rojavayê. Rojava gereke êdî fam bike: Rûsya ji ber krîza Ûkraynayê nikare bête gemkirin, Moskow amadeye bersîva hemû pêngavan bide.
    Ji alîyê Rûsyayê ve li dijî Îranê sepandina qedexeya S-300`an bû sedemê dilgiranîya Îranê û lawazbûna bawerîya wê ya li hember Moskowê. Vladîmîr Pûtîn bi talîmata xwe ya roja 13`ê Nîsana sala 2015`yan ve nîşan da, ku hevkarên nîyetbaş dikarin bawerîya xwe bi Rûsyayê bînin. Bi wê pêngava Pûtîn ve, wê bawerîya îranîyan a li hember wî zêdetir bibe. Bê guman, Vladîmîr Pûtîn bi wê biryara xwe ve îmaja xwe jî da bilindkirin.
    Îran û Rûsya bi hevkarîya di warê S-300`dan de yekitîyeke nû ya herêmî saz dikin. Moskowê nîşan da, ku amade ye di dema pêwist de hevlabendên xwe  ji êrişên dijberan biparêze. Berî lihevkirina Îran û `koma 5+1`ê tehdîdên Rîyad û Tel Avîvê yên bombebarankirina objeyên nukleerî yên Îranê zêdetir dibin. Guman tune ku Îran êrişên bi wî awayî bê bersîv nahêle û di wê rewşê de li herêmê wê pêleke nû ya şer destpê bike. Lê, Rûsyayê bi biryara ji Îranê re dana sîstema S-300`an ve pêngaveke gelek di cih de avêt û roleke pêxîmker lîst.  
    Talîmata Vladîmîr Pûtîn ya li ser Îranê rakirina qedexeya S-300`an her weha nîşana wê yekê ye, ku Rûsya êdî bi ambargoyên navneteweyî yên li dijî Tehranê têne sepandin ve pabend namîne. Amerîkî bixwazin jî nexwazin jî, dorpêça ambargoyên li ser Îranê êdî tê şikestin.
    Li pêşîya DYA`yê ji imzakirina peymana li ser bernameya nukleerî ya Îranê ya ji bo roja 30`ê Hezîranê hatî destnîşankirin zêdetir tu rîyên din tune ne. Ji ber ku gelek dewletên ku dixwazin bi Îranê re hevkarîyeke berfireh destpê bikin, wê nimûneya Rûsyayê bişopînin. Bi wî awayî wê dorpêça ambargoyan ji holê rabe û bazarên Îranê ji bo tewaya cîhanê vekirî be.
     Di wê rewşê de, ji Rojavayê re tu rîyên din namîne ku peyama nepenî ya di nav xêzên talîmata Vladîmîr Pûtîn de qebûl neke.

    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, Îran, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de