19:12 25 Gulan 2017
Zindî
    Ajansa Nûçeyan Spûtnîk

    Spûtnîkê malpera bi zimanê kurdî vekir

    © Sputnik/ Vladimir Trefilov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2536161

    Ajansa Nûçeyan Spûtnîk dest bi portala înformasyonî ya bi zimanê kurdî dike.

    Malpera nû ya bi navnîşana krd.sputniknews.com  wê nêrînên cuda yên li ser mijarên aktûel ên navneteweyî biweşîne. Ji bikarhênêrên portala nû re wê her weha formata nûçeyan a înternet-radyoyê jî bête raberkirin. Malperên Spûtnîkê yên wêneya cîhana pircemser vedibeyînin, ji bo girseyên li ser hevberîkirina koma nêrînên alternatîv  balkêş, hatine sêwirandin. Portala bi zimanê kurdî wê di nav malperên înformasyonî yên bi zimanên ingilîzî, fransî, sirbî, portûgalî, erebî, hindî, polonî, îtalî, çekî, vîetnamî, japonî, koreyî, farsî, ûrdî, darî, pûştî, almanî, spanî, çînî, tirkî, kirgizî û abxazî de cihê xwe bigire.

    Redaktora sereke ya ajansê Margarîta Sîmonyan derbarê xebatên Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê de wisa dibêje: ``Spûtnîk navgîna hevdem a înformasyonên girseyî ye û berî her tiştî jî, bi bergeha têgihiştina cîhanê ve ji çapemenîyên din cudatir e`.

    Kalîteya înformasyonên di krd.sputniknews.com ên di rejîma 24/7  têne weşandin de, bi profesyonalîzma bilind a rojnamevanên wê û  bikaranîna formatên mûltîmedyayî têne kifşkirin. Malper ji xwînêran re naverokeke berfireh raber dike: înforgrafîk, video, fotoroportaj, online-weşan, internet-dengdan. Ji bilî nûçeyên lezgîn, Spûtnîk her weha ji xwîneran re gotarên analîtîk, hevpeyvînên taybet û nirxandinên eksperan raber dike.

    Ajansa nûçeyan û radyo  Spûtnîk (sputniknews.com) bi navendên înformasyonî yên mûltîmedyayî li dehan welatan weşanê dike. Spûtnîk di nav xwe de weşanên radyo yên analog û dîjîtal, sepanên mobîl û rûpelên torên civakî dihewîne. Ji bo aboneyên Spûtnîkê yên nûçeyên nûjenkirî bi zimanên ingilîzî, erebî, spanî û çînî 24 demjimêran weşan tê kirin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de