18:10 29 Gulan 2017
Zindî
    Îstgeha Navneteweyî ya Kozmîkî

    İstgeha Kozmîkî ya Navneteweyî û kozmosa mezin

    © Foto: NASA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2901

    27 adarê kozmonotê Rûsyayê Mîxayîl Korniyenko û astronotê Amerîkî Skott Kelly di İstgeha Kozmîkî ya Navneteweyî de dest bi wardiyeya xwe ya salane kir. Ewê bibe wardiyeya herî demdirêj a di dîroka îstgehê de.

    Zanyar wê hewil bidin ku derbarê bandora mîkro gravîtasyonê ya li ser organîzma mirovê zanyariyên nû bidestxin.  Bêyî wan zanyariyan firîna derveyî qada fazeyê ya li dor erdê  ne mumkun e. Hêjayê bi bîrxistinêye ku Roskosmos  û NASA êdî dest bi amadekariya bernameya golbal a firîna li Marsê kiriye.

    İstgeha  Kozmîkî ya Navneteweyî projeyeke navneteweyî ye û tê de 15 welat beşdarî dikin û 17 sale ku îstgeh li fezayê ye. Akademîsyenê Rûsyayê Yûrîy Karaş dibêje, Îstgeh, qadeke destpêkê ye ji bo xwegîhandina  wan   her tiştan, ku destê mirovê hê pê nagihêje.

    İstgeha  Kozmîkî ya Navneteweyî – wekî treynerê ye, da ku hin dewlet bikaribin bernameyên xwe yên bipîlot di astekî de xweyî bikin. Xûd ji ber vê yek jî nûnerê her dewletekî bernameya xwe ya ceribandinê pêk tîne.  Îstgeh qadeke bê hempa ye. Ma li kê derê derfetekî wisa heye ku  bi beşdariya mirovan di mercên bêkêşaniyê de ceribandin bêne pêkanîn? Li tu derê tune.
    Edîtorê kovara `Novostî kosmonavtîkî` Andrey Krasîlnîkov jî amje dike ku gelek lêkolînên ku di îstgehê de têne kirin, li Erdê jî rasterast bandor li mirovên dikin:

    Ceribandinên bingehîn, ji lêkolînên bijîşkî û biyolojîk ên organîzma mirov û ajalan, her weha ji lêkolînên bandora bêkêşaniyê li ser mirovan  pêk tê. Encamên wan lêkolînan paşê li Cîhanê ji bo tedawîkirina hin nexweşiyan têne bikaranîn. Gelek ceribandinên bîyoteknolojiîk têne pêkanîn û encamên wan jî, ji bo hilberîna dermanan têne bikaranîn. Li îstgehê li cem ekîba Amerikiyan roboteke mîna mirov jî heye û ew hin erkên cuda pêk tîne. Di demekî nêz de robotê me jî wê biçe îstgehê.

    Maweya bikaranîna İstgeha  Kozmîkî ya Navneteweyî heta sala 2024-ê hatiye plankirin. Lê  ne dûr e ku karê îstgehê wê bê dirêjkirin.  Rûsya û DYA plan dikin ku piştî sala 24-ê   bi beşdariya dewletên partner  îsgheke nû saz bikin.  Serokê Ajansa Kozmîkî ya Federal Îgor Komarov da zanîn, ku di projeyê de ne tenê beşdarên îroyîn cih bigirin, lê rê ji bo dewletên din jî bê vekirin, da ku ew jî bikaribin gav bavêjin kozmosê.

    Etîketan:
    NASA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de