20:16 29 Gulan 2017
Zindî
    Êrîşên sîber

    Di şerê înformasyonî de DYA li ber Rûsyayê têk diçe

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4311

    Servîsên Rûsî yên Navenda Neteweyî ya Rêvebirina Berevaniya Dewletê, ku çavdêriya torên civakî dikin, amaje dikin ku li hember Rûsyayê, bi taybetî jî, li hember Hêzên Çekdarî yên wê û Wezareta Berevaniyê ji derveyî welêt êrîşên înfarmasyonî zêdetir bûne.

    Jêderên `Spûtnîk`ê yên li Wezareta Berevaniyê radigihînin, kesên ku êrîşên înformasyonî dikin, bi giranî blogerên Ûkrayînî yên rûsîziman in. Wan, bi taybetî bilindbûna şîyana berevaniya Rûsyayê bi awayekî negatîv gengeşî dikin.

    Navenda Neteweyî ya Rêvebirina Berevaniya Dewletê balê dikşîne ser bêqalîteyîya wan zanyariyan, lê di heman demê de amaje dike ku ew, bi awayekî girseyî û lezgîn di qada blogan de tên belavkirin. Jêderên wan zanyariyan, ku blogerên Ûkrayînî wan gengeşî dikin, Radyoya Azadî û dezgehên din ên Amerîkî ne.

    Di wan rojan de Civata Ewlekariyê ya Rûsyayê lêkolîn li ser Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya DYA kir û gihîşt wê encamê ku ew bi giranî li dijî Rûsyayê hatiye amadekirin.
    Ev yek jî tê wê wateyê ku şerê înformasyonî yê li hember Rûsyayê wê her ku biçe xurtir bibe.

    Li gorî agahiyên jêderên pêbawer, hêj di sala 2011 de li DYA bernameya `Operasyona Dengê Jidil` – OEV hatibû amadekirin û armanca wê jî ew bû ku li hember layengirên El Qaîde tekoşîneke psîkolojîk bide meşandin. Tê ragihandin ku bernameya han li Pakîstanê, Efxanistanê û li Rojhilata Navîn jî hatiye bikaranîn. Îca vê gavê jî dixwazin li hember Rûsyayê bidin şixulandin.
    Lê belê li Amerîkayê ne her kes ji karê îstîxbarata DYA memnûn e. Di raporê de ku ji aliyê civata rêvebirên weşangeriyê ya li DYA hatiye amadekirin, tê gotin, ku Dewletên Yekbûyî di şerê înformasyonî de li ber Rûsya û Dewleta Îslamî têk diçe.

    Bi kurtayî, li gel dijwariyên aborî û dîplomasî yên li Rûsyayê, di demekî nêz de wê ji aliya DYA û peyrewên wê êrîşên înformasyonî jî destpê bibin. Mirov nikare pêşbînî bike, ka têkoşîna li hember vê yekê dê çawa be. Lê belê di Doktrîna Leşkerî ya Rûsyayê de tê gotin, şerê înformasyonî yek ji gefên sereke yên ji bo ewlekakriya dewletê ye.

    Etîketan:
    DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de