Vladimîr Pûtîn

Rûsyayê serokê xwe hilbijart: Dengê Pûtîn ji sedî 75an zêdetir in

© Sputnik /
Hilbijartinên Serokatîya Rûsyayê - 2018
Lînkê kurt
0 02

Di van hilbijartinan de piştî bidawîbûna peywira Vladimir Putin ya 6 salane, dê serokê nû yê dewletê hat diyarkirin.

Li Rûsyayê nêzikî 109 milyon dengdêr hene û sindoqên ji bo hilbijartinê vê sibehê di saet 08.00an de vebû û dê êvarê di saet 20.00an de were girtin.

Ligel bi hezaran çavdêrên rûsî dê herwisa hezar û 500 çavdêrên navdewletî jî bişopînin.

Ji aliyê din ve girîngiyeke roja 18ê Adarê heye ji bo lidarxistina hilbijartinan. Ji ber ku ev roj, roja salvegera 4an ya serbixwebûna Kirimê ye û girêdana bi ser Rûsyayê ve ye.

JI BO HILBIJARTINAN 8 NAV BÛNE NAMZED

Li Rûsyayê di hilbijartinên berê yên sala 2012an de ji bo serokatiya dewletê 3 namzed hebûn lê ji bo van hilbijartinan 8 namzed beşdar bûne.

Navê wan 8 namzedan ev e: Vladimir Putin, Kseniya Sobçak, Pavel Grudinin, Vladimir Jirinovskiy, Sergey Baburin, Maksim Suraykin, Boris Titov, Grigoriy Yavlinskiy.

Ger di hilbijartinan de ti namzed piraniya teqez ya dengan bidest nexîne, wê piştî 3 hefteyan dora duyem ya hilbijartinan were lidarxistin lê pispor îhtimalê nadin vê yekê.

nameya nû
  • 09:53

    Li Yunanistanê ji sedî 92 deng ji Pûtîn re derketin

    Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Rûsyayê li Atînayê, li Yunanistanê ji sedî 92an zêdetir hemwelatiyên rûsî dengên xwe dane Pûtîn. Grudinin ji sedî 3.2 û Sobçak jî ji sedî 2.18 wergirtin.

  • 09:49

    Lukaşenko Pûtîn pîroz kir

    Serokê Dewleta Belarûsê Aleksandr Lukaşenko Vladimîr Pûtîn pîroz kir.

    Serokê Dewleta Belarûsê Aleksandr Lukaşenko Pûtîn pîroz kir û di berdewamiya peyama xwe de got: Em ji encamên hilbijartinên Rûsyayê kêfxweş in û ev encam dê hêza Rûsyayê li qada navneteweyî zêdetir bike.

  • 09:00

    ‘Piraniya şikayetên ihlale derew bûn’

    Endamê Konseya Pêşveçûna Însanî û Civaka Sivîl a Serokatiya Dewleta Rûsyayê û Cîgirê Serokê Tevgera Çavdêr a Hilbijartinê ya bi navê Rûsya di hilbijartinê de ye Aleksandr Zakuşkîn di axaftina xwe de got: Di dema hilbijartinê de ji nêvî zêdetir şikayetên ihlale derew derketin.

    Zakuşkîn di berdewamiya axaftina xwe de got: Em encamên hilbijartinê bi erênî dinirxînin. Şikayetên ku hatin kirin me nirxandin û li herêma Moskowayê me serdana gelek noqteyan kir. Şikayetên ihlalê ji nêvî zêdetir derew derketin.

  • 08:39

    Li Kirimê ji sedî 92.14 deng ji Pûtîn re derketin

    Li gor danayên dawî yên hilbijartinê ji sedî 92.14ê dengan ji Vladimîr Pûtîn re derketin. Hejmara dengan berdewam e.

    Li Kirimê Grudinin ji sedî 2.21, Jirinovski ji sedî 1.82, Sobçak ji sedî 1.64, Yavlinskiy ji sedî 0.48, Titov ji sedî 0.26 û ji Baburin re jî ji sedî 0.19 deng derketin.

  • 07:54

    Komîsyona Hilbijartin a Navendî ya Rûsyayê: Ji sedî 67.4 beşdarî çêbû

    Li gor daxuyaniya Komîsyona Hilbijartin a Navendî ya Rûsyayê piştî hejmara ji sedî 99.75an rêjeya dengê ku Pûtîn wergirtin gihîşte ji sedî 76.67an.

    Rêjeya dengê Grudinin ji sedî 11.9, Jirinovski ji sedî 5.66, Sobçak ji sedî 1.67, Yavlinskiy ji sedî 1.04, Titov ji sedî 0.76, Suraykin ji sedî 0.68 û yên Baburin jî sedî gihîşte 0.65an. Li gor daxuyaniya komîsyonê beşdariya hilbijartinan jî gihîşte ji sedî 67.4an.

  • 07:40

    Zaxarova: Rojavayî hewldan guvaşan li hilbijartinan bikin

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di televîzyona Rossiya 1ê de ragihand ku rojavayiyan hewldan ku bandor û guvaşan li ser hilbijartinan bikin.

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: Me dizanîbû ku rojavayî dê bêjên hilbijartinên Rûsyayê bizelalî derbas nebûne, lewma balyozxane jî di nav de me li her derê piştgiriya enformasyonê da. Herwiha li derveyê welat beşdariya hilbijartinê pir zêde bû.

  • 07:31

    Serokên cihanê Pûtîn pîroz dikin

    Serokên cihanê ji ber wergirtina dengên zêde Vladimîr Pûtîn pîroz kirin.

    Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping, Serokê Dewleta Venezuellayê Nicolas Maduro, Serokê Dewleta Kubayê Raul Castro, Serokê Dewleta Kazakistanê Nursultan Nazarbayev û Serokê Çeçenistanê Remezan Qadîrov jî di nava kesên ku Pûtîn pîroz kirin de ne.”

  • 07:24

    8 hezar û 200 kesî li Amerîkayê deng da

    Li gor daneyên destpêkê 8 hezar û 200 hemwelatiyên rûsî li Amerîkayê deng da. Komîsyona Hilbijartin a Navendî ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hezar û 400 kesî li Washîngtonê deng da.

    Berdevkê Balyozxaneya Rûsyayê ya li Ottawayê Kirill Kalinin di axaftina xwe de ragihand ku 4 hezar hemwelatî li Kanadayê dengê xwe bikar anî.

  • 07:15

    Sobçak: Milyonekê piştgiriya min kir

    Sobçak li ser medya civakî di hisabê xwe yê Instagramê de peyamek belav kir û got: "Qezenca vê hilbijartinê ji bo min û ekîba min milyonek deng e ku milyonek kesî piştgiriya me kir. Milyonek hemwelatiyên delal. Eger milyonek însan bi me re partiyekê ava bike em dikarin Dumayê biguherînin."

    Главный итог этого голосования для меня и нашей команды - миллион голосов, миллион человек, поддержавших наши ценности.Это очень много прекрасных, неравнодушных граждан.Если миллион людей создаст с нами партию - мы изменим Государственную Думу. Если миллион выйдет на мирный митинг - мы изменим страну. Именно поэтому нас не должны испугать итоги этих "как бы выборов": без равного доступа к СМИ, без допуска всех кандидатов, против административного ресурса, для нашей команды единственной задачей было увидеть как можно больше людей, понять и попытаться решить их проблемы, вернуть в федеральную повестку вопросы, которые давно там не обсуждались, в частности Крым, бедность, коррупцию в высших эшелонах и прежде всего - политзаключённых. Выдерживая постоянные нападки и из консервативного лагеря, и от оппозиции, нам удалось выполнить это обещание, несмотря на унижение таким форматом дебатов, несмотря на противодействие власти в регионах. Нас ждут очень трудные шесть лет. Власть, обеспечившая себе высокую явку и почти "туркменский" результат, получила карт-бланш на ещё большую свободу по созданию несвобод. И каждый оппозиционер, каждый несогласный с властью, по лени или в расчете на нереализуемый бойкот, не проголосовавший сегодня - несет часть ответственности за эту новую путинскую легитимность. Голоса, отданные за обоих демократических кандидатов не изменили явку почти никак. Так что я не несу ответственность за "легитимизацию режима через увеличение явки", но я несу ответственность за то, что не убедила демократов проголосовать. Но я не отступлюсь. Я с еще большим рвением собираюсь заниматься политикой, через просвещение, через конкретные дела, через расширение союзов с другими оппозиционерами. Мы будем строить партию, и миллион людей, подддержавших наши ценности, надеемся, станет ее опорой.

    Ксения Собчак (@xenia_sobchak)'in paylaştığı bir gönderi (Mar 18, 2018 at 6:01ös PDT)

  • 07:11

    Beşdarî ji sedî 67an derbas kir

    Cîgirê Serokê Komîsyona Hilbijartina Navendî ya Rûsyayê Nîkolay Bualev di daxuyaniya xwe ya Spûtnîkê de got: Beşdariya hilbijartinan ji sedî 67an derbas kir.

  • 01:29

    Pûtîn bersiv da pirsên rojnamevanan

    Pûtîn li navenda helmeta hilbijartinan bersiv da pirsên rojnamevanan.
    Pûtîn got, "Em hêvî dikin, li hemû parzemînan, di navbera hemû welatên dinyayê de têkiliyên baş çêbin û rojeva navnetewî vê pêvajoyê saz bike."

  • 00:09

    Ji sedî 60ê dengan hatin jimartin, Pûtîn zêditirî 75.5%ê dengan stand

    Li gorî daneyên herî dawî yên fermî sedî 60ê sandoqan hatin vekirin û li gorî vê dengên ku Pûtîn stend bû ji sedî 75.5

     

    Li dûyê Pûtîn endamê Parîya Kominîstan Pavel Grudinin tê. Grudinin ji sedî 12.92yê dengan stend

     

  • 23:58

    Ji şêwirmendê Pûtîn yê hilbijartinê ji Londrayê re spasî

    Şêwirmendê Pûtîn yê pêvajoya hilbijartinê Andrey Kondraşev, ji ber îdiayê Brîtanyayê yên di derbarê kuştina sîxurê kevin ê rûs spasî kir. Kondraşev got ku xêra van îdiayên Londrayê îro miletê Rûsyayê bêhtir tev li hilbijartinan bû. Lewra kengî di derbarê Rûsyayê de îdiayê bêbingeh di derên, miletê Rûsyayê bêhtir hev digire.

  • 23:53

    Pûtîn: Di serdema me ya nû de wê rêbaz fena berê nebe

    Pûtîn piştê axaftina xwe ya li meydana Manejê, li navenda hilbijartinê pirsên rojnamevanan bersivand. Xalên ku Pûtîn balê kişand ser ev bûn:
    Di pêvajiya serokatiya me ya nû de wê kar û barê me wek berê nebin
    Ez spasdarê hemû kasa me
    Pûtîn bersiva pirsa "Pûtînek nû an Pûtînê kevin" wiha da: Her tişt diguhere her tişt diherike

  • 23:29

    Ji sedî 50ê sandiqan hatin vekirin, Pûtîn ji sedî 75ê dengan stend

    Li gorî daneyên fermî yên herî dawiyê ji sedî 50ê sadiqan vebûn. Bi vî awayê Pûtîn ji sedî 75.02yê dengan stend.

  • 23:11

    Ji Pûtîn axaftina serkeftinê: Li pêşiya Rûsyayê serkeftin heye

    Vladimîr Pûtîn cardin wek Serokê Rûsyayê hat hilbijartin. Pûtîn got ku:

    Em ji bo hêmû kesan spasiya xwe pêşkêş dikin

    Li pêşiya Rûsyayê serkeftin hene

    Em ê pêşeroja welatê xwe yê pîroz bifikirin

    Em ê bi we re li ser navê Rûsyayê xizmetên mezin bikin

    Pûtîn di axaftina xwe de anî ziaman ku “ji bo vê encamê ez ji we re gelek spasiyê dikim. Belê ev neferekî ji tîma we me. Em hemû bi hev re tîmeke mezin in.”

     

  • 22:45

    Sobçak: Hilbijartin li gorî yên beriyê zelaltir bû

    Tekane endama hilbijartina Rûsyayê Kseniya Sobçak li navenda şopandina hilbijartinê, di derbarê hilbijartinan de axivî. Sobçak got ku "hilbijartinên vê carê li gorî yên beriyê zelaltir bû."

  • 22:23

    Ji sedî 30ê dengan hatin jimartin

    Komîsyona Hilbijartinan a Navendî ragihand ku ji sedî 30ê dengan hatin jimartin. Li gorî vê encamê stentina dengan wiha ye:

    1. Putin (Serbixwe)- %72,2

    2. Grudinin (Partiya Kominîst) -% 15,6

    3. Jirinovski (Partiya Lîberal) - %6,9

    4. Sobçak -% 1,3

    5. Yavlinskiy (Partiya Yabloko) -% 0,7

    6. Baburin (Partiya yekîtiya Gelên Rûsyayê) - %0,6

    7. Suraykin (Partiya Kominîstan) - %0,6

    8. Titov (Partiya Mezinbûnê) -% 0,6

     

  • 21:40

    Komîsyona Hilbijartinan a Navendî: Sedî 21.33ê dengan hatin jimartin

    Komîsyona Hilbijartinan a Navendî ragihand ku ji sedî 21.33yê dengan hatin jimartin. Li gorî vê encamê dengên Pûtîn ji sedî 71.97 e.

  • 21:11

    Yekem daneyên encamên hilbijarinê hatin

    Li gorî daneyên encama hilbijartina serokatya Rûsyayê, Vladimîr Pûtin ji sedî 73.09ê dengan stend û bi ser ket.

    Kesê herî nêzî Pûtîn endamê Partiya Kominîst Pavel Grudini jî ji sedî 11.2dengan stend

    1. Putin - %73,9

    2. Grudinin - %11,2

    3. Jirinovski - %6,7

    4. Sobçak - %2,5

    5. Yavlinskiy - %1,6

  • 20:55

    Komisyona Hilbijartinan a Navendî: Me şikayeteke cidî jî wernegirt

    Alîkarê Serokê Komisyona Hilbijartinan a Navendî ya Rûsyayê Nikolay Bulayev diyar kir ku heta niha ne ji partiyekê ne jî ji namzetan ti şikayeteke cidî wernegirtiye. Tê diyarkirin ku çavdêr balê dikişînin ser wê hindê ku gelek gaznicên binpêkirinan ne ji komisyonê re lê ji rayedarên polîsan re şandine. Tê diyarkirin ku dibe ji ber vê jî hîn şikayet negihiştibin Komisyona Hilbijartinan a Navnedî.

  • 20:42

    Îskan wek bibîranîn dan dengdêrên li Washingtonê.

    Balyozxaneya Rûsyayê li Washingtonê nêzîkatiyeke afirîner nîşan da û îskan wek bibîranîn dan welatiyên rûs ên dengên xwe dane.

  • 20:31

    Rêjeya beşdarbûna di hilbijartinên de li gorî daneyên saeta 18:00an, 59.93 ye

    Komisyona Hilbijartinan a Navendî ay Rûsyayê ragihand ku saet 18:00an rêjeya beşdarbûna hilbijartinan  59.93 bû.

  • 20:20

    'Agahî tên ku li Odessayê zirar milkên rûsan tê kirin'

    Endamê Komisyona Hilbijartinan Navendî ya Rûsyayê Vasiliy Lihaçev ragihand ku hinek nûçe tên ku otomobîlên dîplomatan tê de li paytextê Ûkranyayê Odessayê zirar li milkên rûsan hatiye kirin.
    Lihaçev di daxuyaniya xwe ya têkilîdarî mijarê  got: Em agahiyan digirin ku zirar li milkên rûsan hatiye kirin. Navgînên dîplomatên me bûne armanc."

  • 20:11

    Sindoqên li Moskowê hatin girtin

    Saet 20:00 sindoqên Moskowê hatin girtin. Niha tenê li herêma Kaliningradê ya li Rûsyayê dengdan dewam dike.

  • 20:00

    Li ber avahiya Balzyoxaneya Rûsyayê ya li paytextê Letonyayê Rigayê, doreke gelekî dirêj ji wan welatiyên rûs çêbû yên ku hatine dengê xwe bidin.

  • 19:50

    Qîza Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî, Yelizaveta Peskova dengê xwe li sindoqa li Parîsê da.

  • 19:45

    Beşdarî nêzîkî 60% bû

    Komsiyona Hilbijartinan a Navendî ya Rûsyayê ragihand ku rêjeya beşdariyê li tevahiya welatî gihişt nêzîkî 60%.

    Seroka Komisyona Hilbijartinan a Navendî ya Rûsyayê Ella Pamifilovayê ragihand ku "jimarkara me dê heta 19:00ê bi saeta Moskowê nîşan bide. Saet 19, em ê dest bi belavkirina agahiyên ku me ji saet 18:00 bi saeta Moskow û Rûsyayê bi dest xistine bikin. Paşê dê daneya beşdarbûnê tenê di çarçoveya protokolê de be.

     

  • 19:33

    Wezareta Hundir a Rûsyayê: Êrîşa korsan a li dijî Komîteya Hilbijartinan a Navendî a Rûsyayê hat astengkirin

    Alîkarê Wezîrê Hundir ê Rûsyayê Aleksandr Gorovoy ragihand ku êrîşên DDOSê yên ku korsanên kompûterê li dijî çavkaniyên kirarên agahiyan ên Komîteya Hilbijartinên Navendî bi hevkariya Komîteya Hilbijartina Navendî û Saziya Serperiştkirina Pêwendiyên Girseyî û Teknolojiya Agahiyan a Federal a Rûsyayê hatin astengkirin.

  • 19:03

    Bêtirî 1.2 milyon kesan serdana wê malperê kir a ku weşana zindî ji bo hilbijartinan dike

    Bêtirî 1.2 milyon kesan serdana malpera ku weşanda zindî ya têkilîdarî hilbijartinan dike kir. Şirketa dewleta Rûsyayê ya telekomunîkasyonê Rostelekom, malpera ku weşana zindî ya hilbijartinên serokê dewleta Rûsyayê dike. Hat ragihandin ku bêtirî 1.2 milyon kesî ew bi kar aniye. Weşan ji malpera 'www.nashvybor2018.ru' tê kirin

  • 18:57

    Hilbijêr wek cejnê bikin deng didin. Hinek li ser sindoqan bi muzîkê re stran gotin.

  • 18:47

    Balyozxaneya Rûsyayê li Amerîkayê: Provokasyon di dema hilbijartinan de çêbû

    Balyozê Rûsyayê li Amerîkayê Anatoliy Antonovî diyar kir ku di dema dengdana zû a ku li Amerîkayê de çêbû provokasyon hatine tesbîtkirin.

    Antonov got ku "pîsî avêtine" avahiya ku diviyabû deng lê were dan. Herwiha balyozê rûsî diyar kir ku kesên cihên xwe ji bo dengdanê vekirine jî hatine tehdîdkirin. Antonov "ji wan kesan re kêşe derxistin û ew jî neçar man ku dest ji kirina vî tiştî berdin."

  • 18:20

    Rûsên li derveyî welêt ketin dorên dirêj ji bo deng bidin

    Gelek rûsên li derveyî welêt li gelek bajarên cuda li ber nûnerîtiyên dîplomatîk ên Rûsyayê ketin dorên dirêj da ku deng bidin.
    Bêtirî 2000 kesan çûn ser sindoqên ku li çend bajarên Qibrisê vebûne.

    Ermenistan, Êrîvan

    Ozbekistan, Taşkent

    Kirgizistan, Bişkek

    Îtalya, Mîlano

    Holanda, pêşberî nûnerîtiya Rûsyayê

    Fransa, Parîs

    Brîtanya, London

     

  • 17:46

    Operatorên 400 telefonan ji bo gazincên binpêkirinan dixebitin

    Alîkara Serokê tevgera Çavdêrên Hilbijartinên Rûsyayê Elena Babçenkovayê got ku di vê dema ku hilbijartin dewam dikin de, agahiyên 250 bûyerên binpêkirinê ggirtine. Li gorî Babçenkovayê, hema hema nîvê van gazincan nehatine piştrastkirin û paşê hatiye zanîn ku îxbarên sexte ne.

    Seroka Komîteya Hilbijartinan a Navendî ya Rûsyayê Ella Pamfilovayê got ku ji bo gazincên binpêkirinan operatorên 400 telefonan dixebitin.

    Pamfilova diyar kir ku piraniya gazincên tên sexte ne lê dîsa jî neçar in ku tavilê hemûyan vekolin.

  • 17:21

    Çavdêrên ji 20 dewletan hilbijartinên li Kirimê dişopînin

    Berdevê Komisyona Hilbijartinan a Herêma Kirimê Mîxaîl Malişevî got ku çavdêrên ji welatên wek Amerîka, Ûkrayna, Nemsa, Brîtanya, Letonya, îtalya ,Venzuela û Swîsra  di nav de ji 2 welatan çavdêr dengdanê dişopînin.

    Bi giştî 43 çavdêrên navdewletî dengdana li Kirimê dişopînin.

    Malişevî diyar kir ku li gel bang li teterên Kirimê hat kirin ku hilbijartinan boykot bikin jî lê ew beşdariyeke çalak çêbû.

  • 17:06

    Rêjeya beşdarbûna Moskowê zêde dibe

    Li gorî daneyên saet 13:00 rêjeya beşdarbûnê gihişt 40î. Hat diyarkirin ku li gorî salên berê, ev rêje bilindtir e.

  • 16:35

    Zaxarova: Welatiyên rûs ên li Ûkraynayê tên tehdîdkirin

    Di vê navberê de Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê got ku welatiyên rûs ên li Ûkraynayê ji bo dengê xwe nedin tên tehdîdkirin. Berdevka rûs di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de wiha got:

    "Çima vê dikin? Bersiva wê zelal e. Ji bo Kievê derbirîna viyana azad tiştekî wiha ye ku nayê qebûlkirin. Sedema eşkere ya ku rejîm(a li Ûkraynayê) astengiyan ji welatiyên rûs derdixin da ku deng nedin ev e.
    Zaxarovayê amaje bi referandûma berî çar salan li Kirimê çêbûbû kir û got ku li gel ku 97% ji gelê Kirimê dengê xwe dabû da ku bibe beşek ji Rûsyayê jî Hikûmeta li Ûkraynayê ew encam qebûl nekiribûn.

    Kirim û Ala Kirimê

    Tirkiye: Rûsyayê Kirim îlhaq kiriye

    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser sala 4an ya girêdana Kirimê bi ser Rûsyayê ve daxuyaniyek da û got, "Em careke din dubare dikin ku vê rewşa fiîlî ya ku wekî encama binpêkirinê ya hiqûqa navdewletî derket holê, nas nakin."
    bêhtir bixwîne
  • 16:29

    Li herêma Buryatiyayê ya Rûsyayê welatiyekî bi cil û bergên hirçî dengê xwe da.

  • 16:26

    Bi cil û bergê "Sarmatê" hat navenda hilbijartinan

    Mirov dikare bibêje, li hinek navendên dengdanê mêvanin hatin ku kes ne li hêviya wan bû.

    Li gundê Gorbunkiyê yê nêzîkî St. Petersburgê welatiyek bi cil û bergê moşeka 'Sarmat'ê hat.

  • 16:22

    Zaxarova: Maf an peywir e?

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî yek ji wan kesan bû ku îro deng da.

    Zaxarovayê li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got: "18 Adara sala (20)18 di pileya mînûs 18ê de min dengê xwe da. Maf an peyiwr e? Bi min peywir e.

  • 16:14

    Welatiyê Rûsyayê Depardieu dengê xwe li Balyozxaneya Rûsyayê ya li Parîsê da.

    Yek ji wan kesên ku ji bîr nekir, dengê xwe bide, aktorê frensî Gerard Depardieuê ku sala 2013an bû welatiyê Rûsyayê.

    Dema ku guhertineke bi navê "baa zengînan" a ku pêşbîniya zêdekirina baja kesên ku zêdeyî milyonek euro li Fransayê qezenc dikin dikir, Depardieu bûbû welatiyê Rûsyayê û dengê xwe li balyozxaneya Rûsyayê ya li Fransayê da.

     

  • 16:09

    Fûtbolîstên tîma neteweyî li gel ku li kampê bûn jî dengên xwe dan

    Tîma fûtbolê ya neteweyî ya Rûsyayê li gel ku li kampê bûn jî dîsa çûn û dengên xwe dan.

    Fûtbolîstan li navenda dengdanê ya Novogorskê dan ku dê li wir xwe ji bo maçên li himberî tîmên Brezîlya û Fransayê amade dikin.

  • 15:04

    'Beşdarbûna di hilbijartinan de bilind e''Beşdarbûna di hilbijartinan de bilind e'

    Li gorî Komisyona Hilbijartinan a Navendî ya Rûsyayê, saeta 12:00 rêjeya beşdarbûnê li Moskowa paytextê 17.06 bû. Ev rêja di sala 2012an de 13.63 bû.

    Li gorî daneyê fermî, rêjeya çûna ser sindoqan li çoltera Moskowê bo niha 21.61 û eger bidin ber sala 2012an ev rêje bilind e, nexasim ku rêje di saetên nîvor de 1:45 bû.

    Rusya, 2018 seçimleri
    © REUTERS / David Mdzinarishvili
  • 15:04

    'Li UUIyê rêjeya beşdarbûnê ji sedî sed e'

    Herwisa kosmonotê rûsî Anton Şkaplerov yê ku li Îstasyona Fezayê ya Navdewletî peywirdar e, wekaleta xwe da kesekî û bi vî awayî dengê xwe bikar anî.

    Rayedarên Komisyona Hilbijartinê ya Rûsyayê li ser hisabên xwe yên Twitterê bi awayekî henek gotin, li UUIyê rêjeya beşdarbûna hilbijartinan ji sedî sed e.

  • 14:58

  • 14:57

    Namzedê Partiya Komunîstên Rûsyayê Suraykin dengê xwe bikar anî

    Namzedê Partiya Komunîstên Rûsyayê, ku ji Partiya Komunîst veqetiya û ji aliyê komekê ve hat avakirin, Maksim Suraykin jî li Moskowê dengê xwe bikar anî.

  • 14:54

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev jî ji bo dengdanê çû ser sindoqan.

  • 14:53

    Yekane namzeda jin ya hilbijartinan jî dengê xwe bikar anî

    Di hilbijartinên serokatiya dewletê ya li Rûsyayê de yek ji namzedên serokatiyê Kseniya Sobçak jî dengê xwe bikar anî. Sobçak bi hevjînê xwe re hat ser sindoqan û ew bi gotinên xwe yên lîberal tê zanîn.

    Sobçak pêşkeşvana televîzyonê bû û wekî jineke ji sosyeteya Rûsyayê tê naskirin.

  • 14:50

    Welatiyên rûsî yên li Tirkiyeyê jî çûn ser sindoqan

    Li herdu bajarên Enqere û Stenbolê yên li Tirkiyeyê jî welatiyên Rûsyayê ji bo dengdanê çûn ser sindoqan.

    Welatiyên rûsî li Stenbolê li Konsolxaneya Rûsyayê ya li wî bajarî, li Enqereyê jî li Balyozxaneya Rûsyayê ya li Enqereyê dengên xwe bikar anîn.

  • 13:05

    Li dijî malpera Komisyona Hilbijartinê ji 15 welatan êrîşên DDosê hatin kirin

    Serokê Komisyona Hilbijartinê ya Navendî ya Rûsyayê Ella Pamfilova got, ji saet 02.00yê şeva borî heta saet 05.00ê vê sibehê li dijî malpera fermî ya komisyonê êrîşên DDosê hatine pêkanîn û derbirî ku ev êrîş ji 15 welatan hatine kirin.

    Pamfilova herwisa destnîşan kir ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinan gelekî zêde ye û got, li Moskowê heta niha rêjeya beşdarbûnê gihîştiye ji sedî 16.55an.

  • 13:00

  • 13:00

    Namzedê Partiya Geşbûnê Titov jî dengê xwe bikar anî

    Namzedê serokatiyê yê Partiya Geşbûnê Boris Titov jî bi malbata xwe çû ser sindoqan û dengê xwe bikar anî.

  • 12:54

    ‘Li Ûkraynayê polîsan nehişt welatiyên Rûsyayê dengê xwe bikar bînin'

    Hat ragihandin ku polîsên Ûkraynayê li bajarê Kiev, Lviv û Odessayê nahêlin welatiyên Rûsyayê desngên xwe bikar bînin.

    Rayedarekî ji Balyozxaneya Rûsyayê ya li Kievê ji bo RIA Novostiyê got, navendên hilbijartinê yên li Ûkraynayê vekirîne û xebatkarên nûnertiya dîplomatîk dengên xwe bikar anîne lê destûr nayê dayîn ku welatiyên Rûsyayê têkevin avahiyan.

    Polîsekî li Konsolxaneya Rûsyayê ya li bajarê Lvivê ji bo Sputnikê got, "Em tenê destûrê didin xebatkarên konsolxaneyê. Di destê me de lîsteyek heye, em nahêlin kesên ku navê wan di vê lîsteyê tune bin, bikevin hundir."

  • 12:47

    Namzedê Partiya Yabloko ya Lîberal Yavlinskiy jî dengê xwe bikar anî

    Namzedê Partiya Yabloko ya Lîberal Grigoriy Yavlinskiy jî li ser sindoqa ku qeydkirî bû, dengê xwe bikar anî.

  • 12:44

    Putin: Ez bi bernameya ku min ji bo Rûsyayê pêşniryar kir, bawer dikim

    Piştî dengdayîna xwe ji serokê rûsî hat pirsîn ku "ji bo wî zehmet bû deng bide kê" û wî jî got, "Ez bi bernameya ku min ji bo Rûsyayê pêşniryar kir, bawer dikim."

  • 12:41

    Rojnameya Komsomolskaya Pravdayê (KP) ragihand ku serokê niha yê Rûsyayê Vladimir Putin gelekî zûka hatiye ser sindoqê.

    Di nûçeya KPê de hat diyarkirin ku Putin serê sibehê di saet 09.00an de hat navenda hilbijartinê ya li ser Cadeya Lenînê.

    Putin ji bo sedema hatina xwe ya zû ya ji bo dengdanê got, hin hevdîtinên min ên ku divê beşdar bibim, hene.

    Di vê navberê de peywirdarên sindoqan jî ji bo Putin "Min serokê dewleta Rûsyayê hilbijart" diyarî kir.

  • 11:08

    'Her dengek girîng e'

    Li Rûsyayê ji bo ku dengdêr beşdarî dengdayînê bibin, ji aliyê saziyên sivîl ve kampanyayên cuda hatibûn lidarxistin.

    Afîşeke ku li metroya Moskowê li ser ‘Her dengek girîng e' hatiye nivisîn.

  • 10:58

    Jirinovski jî dengê xwe bikar anî

    Serokê Partiya Lîberal ya Demokrat ya Rûsyayê Vladimir Jirinovski jî li rojavayê Moskowê li dibistana bi hejmara 814an dengê xwe bikar anî.

    Vladimir Jîrînovskî

    Vladimir Jîrînovskî: Endustrîzekirina bê koçberan diparêze

    Sputnik jînenîgarî, bernameyên sîyaseta navxweyî û derve yên namzedên hilbijartinên Serokatîya Rûsyayê yên roja 18ê Adarê de ji we re raber dike. Zanyarîyên derbarê yek ji 8 namzedan Vladimir Jîrînovskî wisa ne:
    bêhtir bixwîne
  • 10:55

    Beşdarbûna dengdanê gelekî baş e

    Hat diyarkirin ku li herêmên Kamçatka û Çukotkayê yên li rojhilatê Rûsyayê rêjeya beşdarbûnê ya hilbijartinan ji sedî sed e.

    Herwisa ajansa nûçeyan ya RIA Novostiyê ragihand ku li gorî çavdêran heta niha beşdarbûna dengdanên gelekî baş e.

     

  • 10:51

    Namzedê Partiya Komunîst dengê xwe bikar anî

    Namzedê serokatiya dewletê yê Partiya Komunist Pavel Grudinin dengê xwe li başûrê Moskowê li gundekî ku navê xwe ji pêşengê Şoreşa Cotmehê û serokê Yekîtiya Sovyetan Vladimir Lenîn girtiye, bikar anî.

  • 10:26
    Rusya, 2018 seçimleri, Putin
    © REUTERS /
  • 09:44

    Serokê Rûsyayê Putin dengê xwe bikar anî

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin wekî her caran dengê xwe li Akademiya Zanistên Rûsyayê li navenda hilbijartinê ya bi hejmara 2151an bikar anî.

    Putin piştî dengdana xwe got, "Ez ê her dengê ku dê mafê berdewamkirina serokatiyê bide min, wekî serkeftinê qebûl bikim."

  • 09:42

  • 09:41

  • 09:40
    Rusya, 2018 seçimleri
    © REUTERS / Maxim Shemetov
  • 09:16

    Gelê Kirimê ev cara pêşîne beşdarî hilbijartinan dibe

    Gelê Kirimê ev cara pêşîne beşdarî hilbijartinên Rûsyayê dibe. Li Kirimê ji bo hilbijartinan hezar û 400 navendên hilbijartinê hatin avakirin.

    Yek kesê ku li Kirimê dengê xwe zûka bikar anî, serokê herêmê Sergey Aksenov bû.

  • 09:10
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

    Putin: Ger di hilbijartinan de bi ser nekevim, ez ê bibim operatorê bîçerê

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin ê ku ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 18ê Adarê bûye namzed, bi awayekî henek got, "Ger her tişt di rê de neçe, piştî hilbijartinan ez ê bibim operatorê biçera paliyê."
    bêhtir bixwîne
  • 09:08
    Rusya, 2018 seçimleri
    © REUTERS / Maxim Shemetov
  • 09:08
    Rusya, 2018 devlet başkanlığı seçimleri
    © REUTERS / Staff/Files
weşana zindî
Rûsyayê serokê xwe hilbijart: Dengê Pûtîn ji sedî 75an zêdetir in
+

Bi heman mijarî:

Merkel cardin wek Serokwezîr hat hilbijartin
Ehmedînejad bangî Xemaney kir: Bila girtî bêne berdan û hilbijartin serbest werin kirin
Kongreya 3yêm a HDPê: Birêveberiya nû tê hilbijartin
Li Çekyayê dîsa Milos Zeman wekî serokkomar hat hilbijartin
Etîketan:
Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de