Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

FOM: Li Rûsya vê yekşemê hilbijartin bibe Pûtîn dê ji %67ê dengan bistîne

© Sputnik / Sergey Guneev
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Wekfa Raya Giştî ya Rûsya (FOM) bi anketa ku herî dawî çêkir derxist holê ku heke vê yekşemê li Rûsyayê hilbijartin li darbikeve Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn, ji %67ê dengan dê bistîne.

Li gor anketa FOMê ji %67ên rûsan amade ne ku piştgiriya Pûtîn bikin. Ji % 8ê gel diyar kirin ku dê dengê xwe bidin Serokê Partiya Lîberal Demokrat Vladîmîr Jîrînovskiy, ji % 4an jî gotin em ê dengê xwe bidin serokê Partiya Komûnîst Gennadiy Zyuganov.

DENGÊN SOBÇAK Jİ %1 in

Ji % 1ê kesên ku beşdarî anketê bibûn diyar kirin ku dê dengên xwe biidn Serokê Partiya Yabloko Grîgoriy Yavlinskiy û ji %1ê din jî gotn ku em ê piştgiriya rojnamegera sosyetîk Kseniya Sobçak bikin. Rêjeya kesên ku biryar nedane jî di % 8an de ma.

RÊJEYA KESÊN KU LI PÛTÎN EWLE DIBIN JI % 81e

Di heman anketê de rêjeya kesên ku li serokê rûsî Pûtîn ewle dibin wekî ji % 80 derket. Ji %81ê gel ji karên ku Pûtîn dike memnûne.

DÎROKA HILBIJARTINÊ 18ê ADARÊ YE

Divê maweyê de di encama dengdana ku li Konseya Federasyona Rûsyayê bi encam bû de, dîroka hilbijartinên sala 2018an wekî 18ê Adarê hate diyar kirin. Biryara Konseya Federasyonê piştî ku di rojnameya fermî ya Rûsya Rossiyskaya Gazeta de hat weşandin dê têkeve meriyetê.

Ji hêla din ve endam, ji îro û pê ve dê hewl bidin ku îmzeyên pêwist yên ji bo endambûna wan û erêkirina wan di nava mehek û nîvê de bidin hev. Li gor qanûnên Rûsya, ji bo ku her kesek bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinan bibe, divê ji 300 hezar kesî îmzeyê bide hev ku ew kes piştgiriya wî dikin.

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Em plan dikin ku hêzên muxalif yên Sûriyeyê beşdarî Kongreya Niştimanî bibin
Pûtîn: Biryara Qudsê ya Trump, dibe ku bibe sedema pevçûnan
Peskov: Pûtîn û Erdogan li Enqerayê dê rewşa Sûriyeyê biaxivin
Pûtîn berî Tirkiyeyê serdana Sûriyeyê kir
Pêşkêşvana navdar Sobçak, endamtiya xwe ya ji bo serokatiya Rûsya ragihand
Sosyeta Rûs Sobçak ji Antalya re got: Ev der bihuşt e
Etîketan:
rêje, deng, anket, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de