20:28 20 Hezîran 2018
Îsmaîl Heniye - Hamas - Quds

Heniye: Têkiliyên me bi Îranê re stratejîk in

© REUTERS / Mohammed Salem
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye di axaftina xwe de ragihand ku Îran li herêmê welatekî girîng e û têkiliyên navbera Hemas û Îranê di asta stratejîk de ne.

Berpirsê Ofîsa Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Hêvî dikim aştî û aramî dîsa li Sûriyeyê saz bibe û ev welat vegere rola xwe ya berê."

Îsmaîl Heniye di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me ti carî dijmintiya gelê sûriyeyî nekir ji bo ku hikûmet û xelkê Sûriyeyê her dem piştgiriya me kirin. Me têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re bi dawî nekirine, lê ji mecburiyet em gihandin vê noqteyê. Têkiliyên me yên bi Misrê re rejim jî biguhere her dem stratejîk in. Pêwendiyên me bi Misrê re gelekî bihêz e."

Heniye di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em pêwendiyên xwe yên bihêz ên bi Qetar û Îranê re jî diparêzin. Îran li herêmê welatekî pir girîng e û em xwediyê têkiliyên stratejîk in. Herwiha Rûsya jî di siyaseta herêmê de terefekî mezin e."

Bi heman mijarî:

Hemas: Êrişên me yên moşekî tolhildana qetlîaman bû
Hemas: Têkiliyen me bi Îran û Hizbullahê re gelekî xurt in
Hemas: Hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe bidomînin
Ebbas aciz bû: Hemas dixwaze bi me re an bi Îranê re li hev bike
Hemas: Îsraîl bicihbûna derqanûnî, li dijî lîderên ereb radibe
Etîketan:
Hemas, Îsmaîl Heniye, Filistîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de