03:13 18 Hezîran 2018
Çekdar

‘Di nava rêxistinê de 20 hezar zarokên çekdar hene'

© AP Photo / Bilal Hussein
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Yemena ku nêzîkî 2 milyon zarok karker in, zêdetirî 20 hezar zarokên çekdar di nava sefên husî de têne bikaranîn.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Yemenê (SABA) Wezîrê Xebat û Karê Civakî Îbtîhac el-Kemal di axaftina xwe de ragihand ku li gor îstatîstîkan zêdetirî 2 milyon zarokên yemeni karker in. Ji sala 2014an ve li Yemenê şerê navxweyî heye.

Wezîrê Xebat û Karê Civakî yê Yemenê Îbtîhac el-Kemal di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rêxistina husî li Yemenê li dijî qanûna mafê parastina zarok û peymanên navneteweyî zêdetirî 20 hezar zarok wek çekdar ji xwe re bikar tîne."

Îbtîhac el-Kemal di dirêjiya axaftina xwe de behsa astengiya perwerde ya li Yemenê kir û got: "Husiyan derdora 2 û 372 dibistan hilweşandin û nêzîkî hezar û 500 avahiyên perwerdehiyê jî wek baregehên leşkerî jixwe re bikar tîne. 4 milyon û 500 hezar zarok ji perwerdehiyê bêpar in."

Bi heman mijarî:

Li Yemenê Şer: 38 kes mirin
Li Yemenê di navbera hêzên dewletê û Hûsiyan de şer: 50 kes mirin
Li Yemenê di 4 salan de 26 rojnamevan hatin kuştin
Li Yemenê şer: 19 leşker hatin kuştin
Li Yemenê hêzên hevpeymanê 'bi şaşî' li sivîlan xist: 14 mirî, 4 birîndar
Etîketan:
Wezîrê Xebat û Karê Civakî yê Yemenê, Îbtîhac el-Kemal, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de