04:22 22 Hezîran 2018
UAD

UAD: Doza Qeterê li Îmaratê vekiriye têkilîdarî binpêkirina mafên mirovan e

© http://ru.wikipedia.org/
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dîwana Dadweriyê ya Navneteweyî(UAD) ragihand ku sedema doza ku Qeterê li Îmaratê vekiriye, cudakarî û binpêkirinên mafên mirovan li dijî gelê Qeterê ye.

UADê daxuyaniyeke nivîskî da ku tê de hat diyarkirin ku Qeterê bi wê sedemê serî li dîwanê daye ku Îmaratê Peymana Navneteweyî ya Têkilîdarî Tesfiyekirina Hemû Cûreyên Nijadî bin pê kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Qeterê îdîa kiriye, Îmaratê gelê wê dersînor kiriye, ew nexistiye welatî, qada hewayî û keştîgeh li ber gelê wê girtine lewra ew bi cudakariya tawanbar kir.

Di nav giliyan de mijarên girtina nivîsgehên televizyona Al Jazeerayê, astengkirina azadiya fikirînê ya gelê Qeterê û teşwîqkirina nefretê jî cî di nav wan mijaran de girtiye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Lûlwe Reşîd el Xatir li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û li UADê ji ber sepanên der-qanûnî û binpêkirinên ya têkilîdarî dorpêça li dijî Qeterê doz li Îmaratê vekir.

Birêveberiyên Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misirê di 5ê Hezîrana 2017an de têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re birîbûn û dorpêçên aborî li ser danîbûn ku ew jî bûbû sedema qeyranekê li kendavê.

Bi heman mijarî:

Artêşa Tirkiyeyê: 23 leşkerên me bi 5 wesayîtên zirxî ve derbasî Qeterê bûn
Welatên ereban ji Qeterê daxwaza girtina baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê, kirin
Şîroveya Amerîkayê di derbarê krîza Qeterê de: Bûyereke malbatiye
Biryareke zehmet bo Tirkiye: An hevkariya bi Qeterê re an berjewendiyên bi Erebistanê re'
Bogdanov û Balyozê Qeterê yê li Rûsyayê bo çareseriya krîzê axivîn
Pisporê Bahreynî: Siûdî ji ber du sedeman bi Qeterê re şer nake
Erebistan: Dorpêçiya li ser Qeterê heta daxwazên me bicih neyên dê dewam bike
‘Îhtimala ku Erebîstana Siûdî êrîşî Qeterê bike pir kêm e’
Etîketan:
UAD, Behreyn, Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat, Qeter
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de