22:15 18 Hezîran 2018
Leşker

Di operasyona artêşê de şerê mezin: 50 kuştî

© Flickr/ ResoluteSupportMedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Yemenê di şerê navbera yekîneyên artêşê û milîsên husî de 50 milîs hatin kuştin û bi 10an jî birîndar bûn.

Yemen
© REUTERS / Khaled Abdullah
Li gor zanyariyên berdest, artêşa Yemenê herêma El-Cahê ya bajarê Hudeydeyê ku dikeve rojavayê welat bi dest xist. Di xebata legerîn û kontrolkirinê de li herêmê gelek cebilxaneyê aîdî milîsên husî hat bidestxistin.

Navenda Enformasyona Tuxaya El-Umalika ya girêdayî hikûmetê di daxuyaniya xwe de got: "Ji duhî ve li herêma El-Cah a navçeya Beyt el-Fakiyye ya girêdayî bajarê Hudeydeyê şer û pevçûnên dijwar di navbera yekîneyên artêşê û milîsên husî de diqewimin.

Hem di şer û pevçûnan û hem jî di êrişên hewayî Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike de herî kêm 50 milîs hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve li başûrê rojhilatê welat li bajarê Şebveyê milîsên husî wesayîta leşkerî hedef girt, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Rewşa di navbera Yemen û Erebistana Siûdî de cihê fikarê ye
Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
“Eger pêwîst be, Îran dê baregehên xwe li Yemen û Sûriyeyê damezirîne”
Îran: Dibe em li Yemen û Sûriyê baregehên deryayî ava bikin
YEMEN - Li paytextê êriş: 13 mirî 50 birîndar!
Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin
Etîketan:
Milîsên husî, Artêşa Yemenê, Hudeyde, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de