04:29 22 Hezîran 2018
Benyamin Netanyahu

Netanyahu: Em ê bi milyonan îraniyan rizgar bikin

© REUTERS / Amir Cohen
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu soz da ku ew dê ji bo di warê pêşîlêgirtina hişkayî û xelayê de alîkariya bidin bi milyonan îraniyan, teknolojiyên bikaranîna avê wergerînin farisî û li ser înternetê biweşînin.

Rayedarên Îranê ragihandibû ku ji sedî 96ê Îranê kêm an jî zêde wê rastî hişkayiyê were û 50 milyon îranî ji ber guhertina avhewayê wê neçar bimînin ku malên xwe biterikînin. Netanyahu jî ev daxuyaniyên rayedarên îranî anîn ziman û di vîdeoya xwe ya bi îngilizî de wisa axivî:

‘EM Ê MALPEREKEFARISÎ AMADE BIKIN'

"Îsraîl dizane wê çawa pêşiyê li karesata jîngehê bigire. Ez dixwazim van agahiyan bi xelkê Îranê re parve bikim. Em malpereke farisî amade bikin, ku di wê malperê de wê pêşberên bi hûrgilî yên ku bikaranîna ava zêde, parastina rekolteyê û têrkirina malbatan nîşan dide, cih bigirin."

Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin, "Rejîma Îranê bang dike û dibêje ‘Mirin ji Îsraîlê re'. Îsraîl wekî bersivdayinê bang dike û dibêje ‘Jiyan ji bi xelkê Îranê'. Xelkê Îranê baş e û bi hurmet e. Divê xelk bi tena serê xwe li dijî rejîma bêrihm dernekeve. Em bi we re ne."

Bi heman mijarî:

Netanyahu: Eger êriş bikin em ê wan tune bikin
'Plana sûiqesta Sûriyeyê ya dijî Netanyahu hat astengkirin'
Serokê Mossadê yê berê: Netanyahu di sala 2011an de emrê şerê li dij Îranê da
Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
Etîketan:
Serokwezîrê Îsraîlê, Benyamin Netanyahu, Îran, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de