20:26 20 Hezîran 2018
Leşker

Şerê gelek dijwar: 17 leşker û 8 milîtan hatin kuştin û gelek jî birîndar in

© Flickr/ ResoluteSupportMedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku milîtanên Talîbanê êrişî leşkerên artêşa Afganistanê kirin. Di êrişê de 17 leşker û 8 milîtan hatin kuştin.

Li gor nûçeya BBCyê, milîtanên Talîbanê li gundê Ezîzabad a eyaleta Heratê êrişî leşkerên artêşa Afganistanê kir.

Berdevkê Waliyê Heratê Cîlanî Ferhad di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: "Di encama êrişa milîtanên Talîbanê yê herêma gundê Ezîzabadê de 17 leşkerên artêşê û 8 milîtan hatin kuştin û bi dehan endamên Talîbanê jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku tam di demeke ku behsa agirbesta navbera Talîban û Artêşa Afganistanê tê kirin de ev êriş pêk hat. Destpêka hefteyê Serokê Dewleta Afganistanê Eşref Gani ji bo agirbestê bangî rêxistinê û rêxistinê jî 3 rojên Cejna Remezanê wek agirbestragihandibû.

Bi heman mijarî:

Ev cara yekem e ku Talîban vî tiştî dike
Amerîkayê serkirdeyê Talîban ji destê xwe revandiye
Talîban êrişî qereqolekê kir: 16 polêsî jiyana xwe ji dest da
Talîban û DAIŞê li dijî hev şer îlan kirin
Talîban li Afxanîstanê êrişî cerdevanan kir: 27 kes mirin
Etîketan:
Rêxistina Talîbanê, Cîlanî Ferhad, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de