19:05 23 Hezîran 2018
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu

Netanyahu: Eger êriş bikin em ê wan tune bikin

© REUTERS / Ronen Zvulun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku eger di dema şer de me mudaxeleya Sûriyeyê nekir, eger êriş were kirin em ê wan tune bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina xwe ya saziya Policy Exchangeyê de rewşa Îran û Sûriyeyê nirxand û got: "Divê Esad li vê baldar be. Dema şerê navxweyî dewam kir Îsraîlê qet mudaxele nekir. Niha şer hêdî hêdî ber bi qedandinê ve diçe Îranê vedixwîne? Êdî ew jî ne parastî ye. Eger êriş bike em ê yekîneyên wî tune bikin."

Benjamin Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘çima hêzên we bi fîşekên heqîqî êrişî çalekvanên filistînî dikin?' got: "Me ava şid û xaza rondikrêj ceriband, lê ti fêde nekir. Me hinek rêyên din jî ceribandin. Em negihîştin encamekê. Hemas dixwaze filistînî werin kuştin. Pêşerojê em ê rêbazên baştir peyde bikin."

Netanyahu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Kes ji me şer, pevçûn û şidetê naxwaze. Em dixwazin filistînî xwediyê hemû erkên birêvebirinê bin, lê em naxwazin bigihîjin hêza tehdîdkirinê."

Bi heman mijarî:

'Plana sûiqesta Sûriyeyê ya dijî Netanyahu hat astengkirin'
Serokê Mossadê yê berê: Netanyahu di sala 2011an de emrê şerê li dij Îranê da
Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
Netanyahu: Erdogan kuştinê baş dizane
Etîketan:
Serokwezîrê Îsraîle, Benjamin Netanyahu, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de