22:59 21 Hezîran 2018
Artêşa Yemenê

Ji artêşê banga lezgîn: Navçeyê vala bikin

© AP Photo / Wael Qubady
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li bajarê Taîz yê Yemenê di navbera milîsên husî û artêşê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnê de 15 milîsên husî hatin kuştin.

Yemen
© REUTERS / Khaled Abdullah
Hat ragihandin ku li bajarê Taîz yê Yemenê di navbera milîsên husî û artêşê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Artêşa Yemenê bangeke lezgîn kir ku bila hemû xelkên sivîl ji navçeya Mutunê derkevin. Di encama pevçûnên dijwar de 15 milîsên husî hatin kuştin.

Li gor nûçeya malpera ‘26sepnewsê' artêşa Yemenê li bajarê Taîzê kontrola gelek herêm û noqteyên leşkerî bi dest xist. Li gor nûçeyê li herêmê şerê navbera husî û leşkeran berdewam e, di pevçûnan de ji xeyrî kuştina 15 milîsan gelek jî birîndar bûne.

Piştî ku milîsên husî li Yemenê derbeya leşkerî kirin û kontrola Sanaya paytext bi dest xistin, Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike li hemberî milîsên husî piştgiriya hikûmeta meşru ya Yemenê dike.

Bi heman mijarî:

Li Yemenê Şer: 38 kes mirin
Li Yemenê şer: 19 leşker hatin kuştin
‘Îsraîlê li hêzên îranî yên Yemenê xist’
Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
Li Yemenê hêzên hevpeymanê 'bi şaşî' li sivîlan xist: 14 mirî, 4 birîndar
Etîketan:
Milîsên husî, Artêşa Yemenê, Taîz, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de