05:47 21 Hezîran 2018
leşkerên îsraîlê-îsraîl

Ji Îsraîlê li hember Îranê bangewaziya koalisyona leşkerî

© AP Photo/ Mahmoud Illean
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rakêşiyên di navbera Îsraîl û Îranê de her diçin zêde dibin. Piştê Îranê ragihand ku wê bernameya xwe ya pêşxistina ûranyumê bidomîne, Îsraîlê jî ji dewletên Ewropa xwest ku li hember Îranê bibin yek.

Piştê ku Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya, Îranê jî ragihand ku wê bernameya xwe ya pêşxistina ûranyumê bidomîne. Herwiha rakêşiyên di navbera Îsrqaîl û Îranê de jî her diçin zêde dibin. Serokê Îstixbarata Îsraîlê Yisrael Katz da zanîn ku "eger Îran cardin dest bi bernameya pêşxistina ûranyûmê bike, divê em jî tedbîrên leşkerî bigirin. Katz di heman çarçovê de deng li welatên rojava kir ku bi Amerîka û hin dewletên ereb re li hember Îranê koalîsyoneke leşkerî ava bikin.

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li ser hesabê xwe yê twitterê got ku "du roj ewil Hamaney niyeta xwe ya Îmhakirina Îsraîlê anî ziman û wê vê bi pêşxistina ûranyûmê bike."

Bi heman mijarî:

Îsraîl: Li dijî Îranê tifaqa leşkerî ava dikin
Îsraîl: Filistîniyekî ku hewl da bi wesayitê bajo ser leşkerên me, hat kuştin
'Îsraîl qebûl dike ku hêzên sûrî li ser sînorên wê werin bicîkirin'
Îsraîl di navbera Herêma Xazeyê û behrê de dest bi avakirina dûwareke nû kir
Etîketan:
nukleer, leşker, îsraîl, îran, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de