00:40 18 Hezîran 2018
Nîşangir

Filistîniyekî ku dixwest suîqestê li berpirsên amerîkî û îsraîlî bike hat desteserkirin

© AP Photo / Alexander Zemlianichenko
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Saziya îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê Şîn Bet di daxuyaniya xwe de ragihand ku kesekî dixwest suîqestê li Benjamin Netanyahu bike hat desteserkirin.

Saziya îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê Şîn Bet di daxuyaniya xwe de got: "Planeke suîqestê ya li hemberî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Serokê Şaredariya Qudsê Nir Barakat û berpirsên Kanada û amerîkî hat pûçkirin."

Li gor medyaya Îsraîlê ciwanekî filistinî yê 30 salî bi navê Muhammed Raşde derbarê îdîaya suîqestê de li navçeya Şefat a Qudsê hat desteserkirin.

Tê gotin kesê ku hatiye desteserkirin amadehî dikirin ku Balyozxaneya Amerîka ya li Qudsê îmha bike û suîqestê li Netanyahu, Nir Barakat, berpirsên amerîkî û kanadayî bike. Li gor nûçegihanê îsraîlî Amichai Stein suîqestvan dîrektîf ji Sûriyeyê wergirtine.

Bi heman mijarî:

Serokê Mossadê yê berê: Netanyahu di sala 2011an de emrê şerê li dij Îranê da
Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
Netanyahu: Ger Hamasê bi darê zorê filistînî neşandibana ser sînor tiştek nedibû
Netanyahu: Erdogan kuştinê baş dizane
Etîketan:
Serokwezîrê Îsraîlê, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de