04:22 22 Hezîran 2018
Arjantinê pêşbirka bi tîma Îsraîlê re betal kir

Arjantinê pêşbirka bi tîma Îsraîlê re betal kir

© REUTERS / Albert Gea
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di navbera tîmên milî yên Arjantin û Îsraîlê de pêşbirka ku li Qudsê dihat plankirin ku bê lîstin hat betalkirin. Her wiha hat ragihandin ku Îsraîlê xwest pêşbirk li Qudsê bê lîstin, lê ji ber bertekdayin û protestoyan pêşbirk hatiye betalkirin.

Pêşbirka di navbera tîma Arjantin û Îsraîlê de ku di çarçoveya amadehiyên 'Kûpaya Cîhanê ya 2018an' bihata lîstin hat betalkirin.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Arjantinê de cih girtin de Federasyona Fitbola Arjantinê ragihandiye ku pêşbirka di 9ê Pûşberê de dihat payin ku bê lîstin, ji ber bertekdayinên filistîniyan pêşbirk hatiye betalkirin û ji hempîşeyên xwe yên îsraîlî re ragihandine.

Her wiha ji aliyê din ve jî hat eşkerekirin ku rahênerê tîma Arjantinê Jorge Sampaoli, ji ewil de li dijî pêşbirka amadehiyê derediket û fitbolîst jî ji pêşbirka amadehiyê aciz bûn.

Bi heman mijarî:

Serokê kûlubê bi çekê ket qadê, pêşbirk hat betalkirin
Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên kurdî yên balkêş!
Etîketan:
betalkirin, pêşbirk, fitbol, Jorge Sampaoli, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de