09:46 23 Hezîran 2018
Leşkerên Amerîkî yên Koalîsyona Dijî DAIŞê li Iraqê

Berdevkê nû yê hevpeymaniyê: Li Minbicê ti guhertineke operasyonel nîne

© AP Photo / Marko Drobnjakovic
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê yê nû Thomas Veale cara ewil bi vîdyokonferansê derket pêşberî rojnamevanan.

Berdevkê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Thomas Veale ku li şûna Ryan Dillon dest bi kar kiriye, li ser mijarên hevdîtinên Tirkiye-Amerîka yên bo Minbicê, veguhestina hêzan bo Şingalê û operasyonên Tirkiyeyê li nav xaka Herêma Kurdistanê daxuyanî dan.

‘LI MINBICÊ TI GUHERTINEKE OPERASYONEL TUNE YE'

Veale da zanîn ku dê dahatuya leşkerên amerîkî yên li Minbicê girêdayî danûstandinên siyasî ye û got, "Li Minbicê niha ti guhertineke operasyonel tune ye. Wê şert û mercên li qadê rewşê diyar bikin."
Berdevkê hevpeymaniyê herwiha bi bîr xist ku ew hêj encamên nexşerêya bi Tirkiyeyê re hatiye diyarkirin nizane û wiha pê de çû: "Em fikarên Tirkiyeyê yên li sînorên wan ên başûr fêm dikin. Ew şirîkên hêja yên NATOyê û hevpeymaniyê ne. Xebata bi wan re ya li ser vê mijarê nêzakatiya herî rast e."

‘KARWANA LEŞKERÎ JI SER ŞINGALÊ DERBASÎ SÛRIYEYÊ BÛ'

Veale li ser pirsa veguhestina hêza amerîkî bo Şingalê jî got ku ew nûçe nerast in û ew karwana leşkerî ji wir derbasî Sûriyeyê bûye û li ser mebesta wê hêzê jî diyar kir, "Armanca wê karwanê bi taybet ji bo piştgiriya Operasyona Kombûnê bû û ti têkiliya wê bi mijareke din ve nebû."

‘OPERASYONÊN TIRKIYÊ YÊN IRAQÊ BI HEVKARIYA NÊZÎK BIRÊVE DIÇIN'

Berdevkê nû yê hevpeymaniyê li ser operasyonên Tirkiyeyê yên bi ser PKKê de di nav xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî da zanîn, "Operasyonên Tirkiyeyê yên li Iraqê, bi hevkariya nêzîk têne kirin."

Veale li ser mijarê got ku ew pêşbînî nakin operasyonên wan û Tirkiyeyê li wê herêmê hevdu asteng bikin.

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu rexne li Erdogan girt û cihê çareserkirina pirsa kurd nîşan da
Pûtîn: Ger Ewropa dixwaze pêla penaberan rawestîne, bila alîkariya xelkê Sûriyeyê bike
YNKê bersiva Çavuşoglu ya tohmeta PKKê da: Em di rêya Mam Celal de ne
Sûriyê bang li NYyê kir: Koalîsyon welatiyên Dêrazor, Reqa û Hesekê bombe dike
Maça dostaniyê ya Rûsya-Tirkiye bi yeksaniyê bidawî bû
Etîketan:
Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, Çiyayê Şingalê, Minbic, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de