22:59 21 Hezîran 2018
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu

Netanyahû: Îran eniya nûkleerî ji bo jinavbirina Îsraîlê dixwaze

© REUTERS / Ronen Zvulun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahûyî piştî daxuyaniya Îranê ku dê kapasîteya xwe ya zengînkirina ûranyûmê zêde bike, daxuyaniyek da. Serokwezîrê îsraîlî îdîa kir ku armanca Îranê ew e ku çekên nûkleerî yên dikarin Îsraîlê ji nav bibin bi dest bixe.

Piştî ku Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Elî Ekber Salihî diyar kir ku welatê wî ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî re ragihandiye ku dê plana xwe ya bilindkirina kapasîteya dewlemendkirina ûranyûmê bide destpêkirin, Netanyahû debrarê mijarê de dauxyaniyek da.

"EM Ê DESTÛRÊ NEDIN ÎRANÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI DEST BIXE"

Netanyahûyê ku ji bo bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî re bicive çûye Parîsê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek beşav kir û tê de îdîa kir ku armanca Îranê ji bidestxistina çekên nûkleerî, jinavbirina Îranê ye.

Serokwezîrê îsraîlî got, "berî du rojan, serokê olî Ayetûllah Xameneyî niyeta xwe ya jinavbirina dewleta Îsraîlê eşkere kir. Duh wî(Xamenyî) eşkere kir bê dê çawa vî tiştî bike. Ji bo afirandina eniya bombeya nûkleerî, zengînkirina ûranyûmê. Em şaş neman. Em dê destûrê nedin Îranê ku çekên nûkleerî bi dest bixe."

Salihî got ku tesîsa Îranê ya li Nantanzê bingehê hilberandina elektirîk bi pêş de dixe û teqez kir ku xebatên nûkleerî yên Îranê di çarçoveya peymana (JCPOA) de ne ku sala 2015an li gel welatên P5+1ê de ye.

Alîkarê Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Behrûz Kemalwendî berî Salihî daxuuyaniyek dabû û gotibû ku ji îro û pê ve,dest bi xebatên zêdekirina kapasîteya hilberandina F6 (uranyum hexaflorid) û UF4 (uranyum tetraflorid) dikin û dê têkilîdarî vê mijarê jî nameyekê ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî re bişîne.

Ji aliyê din ve, Serokê Dînî yê Îranî Ayetûllah Elî Xameney talîmat dabûn ku li gorî peymana Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê ya sala 2015an amadekariyên hilberandina 190 hezar santrîfûjan dest pê bike.

Bi heman mijarî:

'Ti wateya ku Tirkiye bi Îsraîlê re danûstendinê bike tune ye'
PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
Rûsya: Divê Quds him bibe paytexta Filistînê him jî bibe paytexta Îsraîlê
Îsraîlê Xeze topbaran kir
Erdogan: NY li hember terora Îsraîlê ya li Xezeyê têk çûye
Ji Heniye bo Îsraîlê: Sebra me test nekin
Wezîra Îsraîlê ji bo bûyerên li Xezzeyê got: Hêzên me karekî baş dikin
Balyozê Sûriyê: Em êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê wek êrîşkarî dibînin
Etîketan:
Îran, Emmanuel Macron, Benyamîn Netanyahû, Fransa, Parîs
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de