22:19 18 Hezîran 2018
İsrail Başbakanı Benyamin Netanyahu

'Plana sûiqesta Sûriyeyê ya dijî Netanyahu hat astengkirin'

© REUTERS / Abir Sultan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serwîsa îstîxbarata hundir a Îsraîlê Şin Bet eşkere kir ku plana siûqesta dijî serokwezîrê Îsraîlê ya Sûriyeyê hat astengkirin.

Serwîsa îstîxbarata hundir a Îsraîlê Şin Bet, daxuyand ku li Qudsa Rojhilat penaberekî ku li kampa filistîniyên dima, bo zirardayina Netanyahu û Şaredarê Qudsê Nir Barkat, di çarçoveya pêkanîna siûqestê de hat desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gumanbarê sereke Mahmad Rashdeh, li Qudsê bo berhevkirina agahiyan û hedefgirtina konsolxaneya DYAyê li ser navê konsolosê Sûriyeyê hatiye Qudsê.

Hat ragihandin ku plana siûqestê dê ji Urdunê dest pê bikira û bûyerên terorê dê bihatana lidarxistin. Barkat eşkere kir di pêvajoya lêpirsînê de dê xebatên xwe bidomîne: "Ti gefên terorê ji me re nabin asteng."

Bi heman mijarî:

Serokê Mossadê yê berê: Netanyahu di sala 2011an de emrê şerê li dij Îranê da
Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
Netanyahu: Ger Hamasê bi darê zorê filistînî neşandibana ser sînor tiştek nedibû
Etîketan:
teror, sûiqest, îstîxbarat, Şin Bet, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de