09:09 18 Hezîran 2018
Urdin

Serokwezîr jî îstîfa kir, lê protesto dewam dikin

© REUTERS / Muhammad Hamed
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Urdinê Serokwezîr Hani el-Mulki îstîfa kir, lê hê jî protestoyên qanûna bacê dewam dikin.

Qanûna bacê ku ji aliyê hikûmeta Urdinê ve hat qebûlkirin, li Ammana paytext li pêşiya avahiya serokwezîrtiyê ji terefê bi sedan kesî ve hat protestokirin. Çalekvan ji bo xwe bigihînin hikûmetê ya li herêma Ed-Duvvar er-Rabî bûne çend grûban, lê ji aşiyê polîsan ve hatin astengkirin.

Hêzên ewlehî li pêşiya avahiya hikûmetê bergiriyên ewlehî zêdekirin û derdora wê bi bariyeran girt. Çalekvan di aleyhe hikûmetê de sloxan avêtin.

Li bajarê El Kerak a başûrê welêt û li bajarên Îrbîd û Er-Remseyê ku dikeve bakur jî çalekiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Qralê Urdinê Ebdullah piştî protestoyên li dijî qanûna bacê daxuyaniyek belav kir û got: "Hemwelatiyên urdinî mafdar in, ez qebûl nakim ku urdinî êş û zahmetiyê bikşînin.

Bi heman mijarî:

‘Şanda leşkerî ya Siûdî, Îmarat û Urdinê çûye Kobaniyê’
‘Berpirsên îstîxbaratî yên Îran û Îsraîlê li Urdinê civînek li dar xistin'
Kralê Urdinê peyamek ji Barzanî re şand
Urdinê peymana xwe ya bazirganî bi Tirkiyeyê re rawestand
Barzanî û Şahê Urdinê li hev civiyan
Qralê Urdinê li Amerîkayê behsa pirsgirêka Kurdistanê kir
Pûtîn û Qralê Urdinê Rojhilata Navîn axivîn
Etîketan:
Protestoyên Urdinê dewam dikin, Urdin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de