05:48 21 Hezîran 2018
Artêşa Yemenê

Li Beydayê di nav leşker û milîsan de şerê dijwar: 13 kuştî

© AP Photo / Wael Qubady
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku di navbera leşkerên artêşa Yemenê û milîsên husî de şer derket û di encama şer de 13 milîsên husî hatin kuştin.

Yemen
© REUTERS / Khaled Abdullah
Li gor zanyariyên berdest, milîsên husî li bajarê Beydayê dixwestin têkevin baregeha leşkerî, lê ji aliyê leşkeran ve hatin ferqkirin. Di encama pevçûna navbera herdu aliyan de 13 milîs htain kuştin.

Piştî êrişê yekîneyên topvan ên artêşa Yemenê eniyên aîdî husiyan dane top û hawanan û balafirên şer ên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike bi êrişên hewayî qadên milîs ên husiyan bonebaran kirin.

Li bajarê Beyda yê Yemenê çend mehin ku di navbera artêş û milîsên husî de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Bi heman mijarî:

Li Yemenê Şer: 38 kes mirin
Li Yemenê şer: 19 leşker hatin kuştin
‘Îsraîlê li hêzên îranî yên Yemenê xist’
Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
Li Yemenê hêzên hevpeymanê 'bi şaşî' li sivîlan xist: 14 mirî, 4 birîndar
‘Siûdî dahatên hecê ji bo şerê Yemenê xerc dike'
Etîketan:
Artêşa Yemenê, Milîsên husî, Beyda, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de