18:59 23 Hezîran 2018
Li Siûdî 24ê Hezîranê jin derdikevin trafîkê: Yekem bawername hatin dayîn

Li Siûdî 24ê Hezîranê jin derdikevin trafîkê: Yekem bawername hatin dayîn

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Erebistana Siûdî yekem car dest bi dayîna bawernameyên ajotvaniya otomobîlan bo jinan hatiye kirin.

Li Erebistana Siûdî ji 24ê Hezîranê û wir de jin êdî dikarin bi wergirtina bawernameyên xwe yên ajotvaniyê êdî otomobîlan bajon û derkevin trafîkê.
Piştî qedexeya dehan salan a li ser jinan bo ajotvaniyê, cara yekem bawernameyên wan ên ajotvaniyê hatin dayîn.

Dê bawernameyên ajotvaniyê yên jinan li hemû welatên din jî derbas bibin ku rayedarên Siûdî ragihand ku di nav 2 hefteyan de 2 hezar jinan ji bo bawernameyan serî li wan daye.

​Li gor nûçeya ajansa Siûdî dê jinên xwedî bawernameyên navdewletî ne jî piştî testeke biçûk bikarin bawernameyên Siûdî yên ajotvaniyê werbigirin.
Jinên Erebistana Siûdî ji ber vê biryarê kêfxweşiya xwe tînin ziman.

Rayedara wezareta aboriyê ya Siûdî Rema Jawdat dibêje ku wê berê li Swêd û Libnanê ajovanî dikir û niha êdî dikare bêhtir xwe serbixwe bibîne ku ev jî xeyalek bû pêk hatiye.

Bi heman mijarî:

Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Partiya Ozal di hilbijartinan de aliyê xwe eşkere kir
Erdhejzadeyekî 70 salî yê Kirmanşanê xwe kuşt
Mourinho di klîpa danasînê ya Kûpaya Cîhanê de bi rûsî axivî: ‘Ev Rûsya ye'
Pisporê Şerqîyetê: Bêsiûdiya kurdan nebûna yekîtiya wan e
'Tirkiye ji niha şûnde dikeve Qendîlê, her kêlî her tişt dibe'
Etîketan:
Ajotvanî, Jin, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de