00:46 18 Hezîran 2018
Kabîl-Êrîş

Li Afganistanê êrîşa xwekujiyê: Herî kêm 8 kes mirin

© REUTERS / Omar Sobhani
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li paytext Kabîla Afganistanê di êrîşa xwekujiyê ya bombeyi de herî kêm 8 kesan jiya xwe ji dest dan.

Li rojavayê paytext Kabîla Afganistanê kesayetên oldar bo banga aştiyê û şermezarkirina terorê hatin ba hev. Herwiha li pêş konê ku girse kom bibû êrîşa xwekujiyê ya bi bombeyi pêk hat. Li gor ragihandinê di encama êrîşê de herî kêm 8 kes mirin.

Rayedarên ewlekariyê destnîşan kirin ku hejmara miriyan dibe zêde bibe, ji ber ku hêj hurguliyên agahiyên bûyerê nehatine. Di çend mehên dawî de li Kabîl û derdora wê gelek êrîşên bi bombeyi pêk hatin û di encama êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha di meha Remezanê de jî êrîş berdewamin.

Bi heman mijarî:

Rûsya dixwaze Kabîl û Talîbanê li Moskowayê li ser masê bicivîne
Etîketan:
xwekujî, êrîş, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de