22:28 18 Hezîran 2018
Polêsen Îsraîl

Îsraîlê li hemû baregehên xwe yên leşkerî tetbîqat da destpêkirin

© Foto : AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê hetanî roja pênçşemê li hemû baregehên xwe yên leşkerî tetbîqata leşkerî da destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand ku tetbîqata leşkerî wê hetanî roja pênçşemê dewam bike û ev tetbîqat berê ji bo hêza qebîliyeta artêşê û amedehiyên îhtîmala êrişan hatibû plankirin.

Di berdewamiya daxuyaniya hat gotin ku wê tetbîqat li başûrê welat û li sînorê Xezzeyê jî were lidarxistin û agahiyên berfireh belav nekirin. Artêşa Îsraîlê ji destpêka 2018an heta niha gelek tetbîqatên leşkerî li dar xistine û Amerîkayê jî piştgirî dayê.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Îsraîlê ji 30ê Adarê ve li hemberî filistîniyên ku li Xezzeyê çalekiyan li dar dixe tundûtujiyê bikar tîne û li gor daxuyaniya Wezîrê Tendirustî yê Filistînê heta niha 123 sivîl ji aliyê hêzên ewlehî yên îsraîlî ve hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne.

 

 

Bi heman mijarî:

NATO: Em Îsraîlê li hember Îranê naparêzin
Serokwezîrê Îsraîlê: Xelkê îranî gelke jîr, lê revebir talanker in
‘Mûeyîdeyên Amerîka yên li hemberî Îranê zêdetir bi kêrî Îsraîlê tên'
‘Di demeke nêzîk de wê şerê Hizbullah û Îsraîlê derkeve'
Pêşniyara nasîna ‘Qira Ermanan’ ji Parlamena Îsraîlê hat vekişandin
Etîketan:
Artêşa Îsraîlê, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de