09:57 19 Hezîran 2018
Hesekê

Di êrişên hêzên Hevpeymaniyê yên li Hesekê 12 kesan can da

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdiakirin ku di erîşa esmanî ya hevpeymaniya navdewletî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike, ya li bajarê Hesekê 12 sivîlan cane xwe ji dest daye.

Ji ber êrişên hevpeymaniya navdewletî ya ku pêşengiya wê Amerîka dike dibe sedema qurbaniyên sivîl.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê ku nêzîkî opozîsyonê ye, ji ber erîşên esmanî û topbarana hevpeymaniyê li gundê Dib-Hedac a girêdayî Hesekê ku di bin kontrola DAIŞê de ye ji heman malbatê 8 kesan, bi tevahî 12 kesan canê xwe ji dest daye.

Hevpeymaniya di raporta xwe ya ku di nava heftê de balav kiribû ku li xwe mikûr hatibû ku ji Tebaxa 2014an heta Nîsana 2018an 29 hezar 358 êriş pêk anîne û di wan êrişan de 892 sivîl kuştine.

Ev demeke dirêj e kuştina sivîlên ku di êrişa hevpeymaniya navdewletîyên li dijî DAIŞê cihê nîqaşan e. Çavkaniyên sûriyeyî amaje dikin ku di hejmara wendahiyên sivîl hêj zêdetir e.

Li gorî nêrîna Rûsya û Sûriye operasyonên Amerîkayê yên li Sûriyê ne qanûnî ne û dûrî dabînkirina îstîqrara herêmê ne.

Bi heman mijarî:

Hevpeymanî: Hêzeke nediyar êrîşî HSDê kir
Hevpeymanî: Em ê li ser piştgirî û baweriya bi HSDê berdewam bin
Ajansa Frensî: Hevpeymanî li Minbicê ketiye amadebaşiyê
Hevpeymanî: Operasyona li dijî Efrînê bala HSDê ya ku li dijî DAIŞê têdikoşe belav kir
'Hevpeymanî ji ber şerê Efrînê baştirîn hevparê xwe yê li dijî DAIŞê ji dest dide'
Lavrov: Ti delîl tine ne ku Hevpeymanî El Nusrayê wek armanc dihesibîne
"Hevpeymanî hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyeyê zêde dike"
Etîketan:
Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê, sivîl, erişên esmanî, êriş, Hevpeymaniya navdewletî, Suriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de