05:44 21 Hezîran 2018
Alaya Îsraîlê

Îsraîl: Filistîniyekî ku hewl da bi wesayitê bajo ser leşkerên me, hat kuştin

© Sputnik / Vladimir Astapkovich
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên Artêşa Îsraîlê (IDF) daxuyand kul i bajarê El Xelîlê yê Şerîeya Rojava kesekî filistînî hewl da ku bi wesayitekê bajo ser leşkerên Îsraîlê lê ew kesê filistînî ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de got, "Terorîstekî hewl da bi wesayitê bajo ser leşkerên Artêşa Îsraîlê. Leşkeran wekî bersivdayinê gule lê reşand û ew kuştin. Ji leşkerên Îsraîlê ti kes birîndar nebû." Rayedarekî artêşê di axaftina xwe ya ji bo AFPê de ragihand ku ew kesê hat kuştin filistînî bû.

Duhî jî li ser sînorê Xezzeyê jineke filistînî ya 21 salî di dema pevçûna de ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatibû kuştin û Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê daxuyandibû ku ew kesa bi navê Rezzan El Neccar bû, peywirdara tenduristiyê bû.

Li gorî daxuyaniya wezaretê duhî di pevçûnan de 40 filistînî birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Serokwezîrê Îsraîlê: Xelkê îranî gelke jîr, lê revebir talanker in
‘Mûeyîdeyên Amerîka yên li hemberî Îranê zêdetir bi kêrî Îsraîlê tên'
‘Di demeke nêzîk de wê şerê Hizbullah û Îsraîlê derkeve'
‘Hamas û Îsraîlê di warê agirbestê de li hev kirin'
Îsraîlê dest danî ser keştiya aktîvîstên filistînî
Etîketan:
kuştin, filistînî, Artêşa Îsraîlê, Xezze, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de