13:30 23 Hezîran 2018
Alaya Sûriyeyê

Rûsya, Amerîka û Urdun dê ji bo Sûriyeyê li hev bicivin

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku hefteya bê rayedarên Rûsya, Amerîka û Urdunê dê li bajarê Emmanê, paytexta Urdunê li hev bicivin û herêmên li başûrê Sûriyeyê ku dibin qada aloziyên navbera Îsraîlê û Îranê, gotûbêj bikin.

Ji ber aloziyên ku li ser sînorên başûrê Sûriyeyê di navbera Îsraîl û Îranê rû didin, Rûsya, Amerîka û Urdunê li hev kiribûn ku hêzên biyanî yên li wan herêman werin derxistin. Her sê welat ji bo pêkanîna vê lihevkirinê xebatên xwe didomînin.

Li gorî ku çavkaniyekî ji Sputnikê re ragihand, cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Amerîka û Urdunê dê hefteya bê li bajarê Emmanê, paytexta Urdunê civînekê li dar bixin. Tê payîn ku ji bo pêkanîna peymanê gavên pêwîst çi ne, dê li ser wan bisekinin.

Li ser navê Rûsyayê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov dê di civînê de amade be.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû, "Ji ber duberebûna Îsraîl û Îranê ya li Sûriyeyê Rûsya, Amerîka û Urdunê ji bo herêmên kêmkirina aloziyan ên li başûr peymanek danî. Di dema hevdîtinan de agahiyên derbarê vê peymanê de ji Îsraîlê re hatin ragihandin. Li gorî peymanê divê îstiqrara li wan herêman were pêkanîn û hemû hêzên ne ji Sûriyeyê ji wan herêman werin derxistin."

Bi heman mijarî:

Dr. Edy Cohen: Îran ji Sûriyeyê vekişiya
Şoygû û Lîberman hebûna Îranê li Sûriyeyê nîqaş kir
Pûtîn bi Netanyahû re li ser Sûriyeyê axivî
Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
Şoygu li ser mijara Sûriyeyê bi hevkarê xwe yê îsraîlî re axivî
Etîketan:
civîn, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Mihail Bogdanov, Sûriye, Urdun
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de