03:09 18 Hezîran 2018
Edy Cohen

Dr. Edy Cohen: Îran ji Sûriyeyê vekişiya

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 0 0

Pisporê tekiliyên navneteweyî û lêkolînerê Navenda Begin Sadatê ya Îsraîlê Dr. Edy Cohen pêşveçûnên dawî yên navbera Îsraîl û welatên Rojhilata Navîn ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Lekolînerê Navenda Begin Sadatê Dr Edy Cohen ji bo hebûna Îranê ya li Sûriyeyê got: " Derxistina Îranê ji Sûriyeyê bi awayekî serkeftî pêk hat, nexasim piştî daxuyaniyên Rûsyayê yên vê dawiyê ku dibêjin, divê Îran û Hizbullah ji Sûriyeyê derkevin. Ev tişt êdî hema hema fermî bûye. Hebûna Îranê li Sûriyeyê tehdîda ser ewlekariya neteweyî ya Îsraîlê ye. Îranî tevliheviyê li herêmê çêdikin, milîsên şiî biçek dikin da ku şerê Îsraîlê bikin û hewl didin ku moşekên hesas çêkin da ku êrîşî Îsraîlê bikin. Herwiha îranî çekan dişînin ji Hizbullahê re. Rola Îranê ew e ku istiqrara dewletên erebî têk bibe û herwiha istiqrara Îsraîlê jî têk bibe."

‘DOSTÊ ÎRANÊ EW FIROT'

Pisporê îsraîlî Dr. Edy Cohen di axaftina xwe de got: "Erê, ev tişt nîv-fermî ye. Daxuyaniyên rûsan hene ku îranî dixwazin ji Sûriyeyê derkevin. Jixwe îranî înkar dikin ku hebûneke wan a leşkerî li Sûriyeyê heye. Dibêjin çend şêwirmendên me li Sûriyeyê hene lê ev derew e. Lê îraniyan jî ew peyam fêm kir, ji ber Pûtînî îranî firotin. Ew jî şaşomaşo bûne. Îro derdikevin. Belkî ne îro û sibe be lê ew ê derkevin. Di çend hefteyên pêş de dê derkevin."

‘BI SEDAN KUŞTİYÊN ÎRANÎ HENE, LE DEWLET WAN VEDIŞÊRE'

Dr, Edy Cohen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ihimal heye ku qeyrana navbera Îran û Îsraîlê bibe şerekî berfireh lê raportên vê dawiyê dibêjin ku bêtirî 80% ji tesîsên Îranê yên li Sûriyeyê di encama bombebarankirina Îsraîlê de hatine wêrankirin. Jixwe Îsraîl artêşa Sûriyeyê bombebaran nake. Îsraîl, Îran û Hizbullahê bombebaran dike. Ya din jî, eger Îran ji wir derkevin, kêşe tine ne. Eger dernekevin dê bombebarankirin dewam bike. Jixwe bi sedan kuştiyên wan hene lê medyaya Îranê vî tiştî vedişêre."

‘GELÊ YAHUDÎ JÎ Û DEWLETA ÎSRAÎLÊ JÎ PIŞTGIRIYA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ DIKE'

Akademîsyenê îsraîlî Cohen di dirêjiya axaftina xwe de kurd û hebûna wan a li Sûriyeyê nirdan û got: "Li ser meseleya Sûriyeyê, li gorî min, rejîma Esadî ji bo Îsraîlê baş e. Min gelek caran ev dubare kiriye ku rejîma Esadî ji bo Îsraîlê baş e. Ti kêşeya me bi rejîma Esadî re tine. Eger dîktator û zalim be, ew pirsa Sûriyeyê ye. Îsraîl naxwaze serokekî li ser Sûriyeyê tayîn bike. Ji bo meseleya kurdî jî dixwazim bêjim ku ez bixwe gelekî dilxwazê doza kurdî me. Lê ez hikûmetê temsîl nakim. Ez wek şexs wiha difikirim ku divê dewleta Kurdistanê hebe. Divê kurd dewleta xwe bistînin. Ev daxwazeke gelê min e, ev daxwazeke cihûyan e, ev daxwazeke îsraîlî ye. Lê siyaset tiştekî qirêj e. Helwesta Amerîkayê piştî referandûmê neyênî bû û ez hêvî dikim ku dersek jê wergirtibin. Lê Îsraîlê piştgirî dayê. Jixwe serokê hikûmetê jî got ku piştgiriyê didin daxwazên gelê kurd. Lê em nikarin tiştekî din bikin. Ma em ji vê bêtir, em dikarin çi bikin."

‘ÎSRAÎL AMADEHIYAN DIKE KU BI KURDISTANÊ RE BAZIRGANIYÊ BIKE'

Edy Cohen di axaftina xwe de ji bo reşnivîsa nasîna dewleta Kurdistanê ya li Parlamentoya Îsraîlê got: " Reşnivîsa qanûnekê hat pêşkêşkirin û niha tê nîqaşkirin. Di hefte yan jî mehên bê de wê dengdan ji bo wê were kirin. Jixwe ne tenê projeqanûnek heye lê zêdetir in. Projeya qanûneke din jî heye ku bazirganî bi dewleta Kurdistanê re were kirin. Ez bi awayekî şexsî bi parlamenteran diaxivim û li derve jî piştgiriyê didim doza kurdî. Eger ev qanûn werin qebûlkirin, tên wê wateyê ku êdî fişar li Amerîkayê were kirin da ku siyaseta xwe ya êrîşkar li dijî Kurdistanê biguherîne û dest ji xiyaneta xwe ya piştî referandûmê berde ku ev ne gotina min e lê gotina kurdan bixwe ye. Ev tişt dê bi xurtî zorê li Amerîkayê bike da ku siyaseta xwe li himberî kurdan biguherîne û piştgiriyê bide têkoşîna wan li dijî dewletên faşîst û di dawiyê de serxwebûna xwe bi dest bixin. Ev rêyeke dirêj e û gav bi gav diçe."

‘EGER HIZBULLAH EHMEQIYÊ BIKE WÊ 400 SALÎ VEGERE PAŞ'

Cohen di dawiya axaftina xwe de ragihand ku hebûna Hizbulhahê li Sûriyeyê ji bo Îsraîlê derbeyek mezin e û got: "Berî her tiştî dixwazim bêjim ku ev derbeyek e li dijî Îsraîlê. Ya duyem, Hizbullah tenê diaxive, Hizbullah ji dema şerê Tîrmehe û heta niha guleyek jî ji Libnanê bernedaye. Tenê hinek gule ji Golana Sûriyeyê berdan lê ji Libnanê tiştek nekiriye. Anku ji sala 2006an û heta niha Hizbullah yek gule bernedaye. Ew daxuyaniyên rayedaran û medyayê, ne kêşe ne lê Hizbullah qet newêre Îsraîlê bombebaran bike. Eger biwêre û tiştekî wiha bike, wek rayedarên îsraîlî got, dê Hizbullah ji binî ve were wêrankirin. Ev berpirsyariya Hizbullahê ye. Eger Hizbullah ehmeqiyekê bike, Îsraîl dê wan 400 salî bi paş de vegerîne. Ev daxuyanî ne yên min in lê yên rayedaran in."

Bi heman mijarî:

Şoygû û Lîberman hebûna Îranê li Sûriyeyê nîqaş kir
Serokê Mossadê yê berê: Netanyahu di sala 2011an de emrê şerê li dij Îranê da
‘Mûeyîdeyên Amerîka yên li hemberî Îranê zêdetir bi kêrî Îsraîlê tên'
Şirketa herî mezin a petrolê bazirganiya xwe bi Îranê re disekinîne
Amerîkayê sizayên nû li ser Îranê sepandin
'Dilxwazên şeran dê bi sê gavan Artêşa Amerîkayê têxin şerê Îranê'
Etîketan:
Têkiliyên Îsraîl û welatên Rojhilata Navîn, Edy Cohen, Sûriye, Îsraîl, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de