04:17 22 Hezîran 2018
Benyamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê: Xelkê îranî gelke jîr, lê revebir talanker in

© REUTERS / Amir Cohen
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku xelkê Îranê kesên herî xwedan şiyan û serkeftî yên cîhanê ne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de ji bo îraniyan got: Îranî pir serkeftî ne. Lê berpirsên vî welatî bi talankirina sermayeya Îranê wiha kirine ku xelkê wê di nav derd û êşan de bijîn û nikaribin sûd ji behrê û şiyanên xwe werbigirin. Ez vekirî û eşkere dibêjim, îranî kesên herî xwedan şiyan û serkeftî yên cîhanê ne."

Benjamin Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xelkê Îranê heta li nav Îranê bin nikarin sûdê ji şiyan û behreyên xwe werbigirin, lê dema diçin derve, pêgehên mezin bi dest dixin û dibin damezrêner û rêveberên cîbicîkar ên mînak. Îran welatekî hejar e û sebebe ve berpirsên Îranê ne, ji ber ew berpirs sermayeya Îranê talan dikin li programa nûkleerî, belavkirina terorê û şer li Rojhilata Navîn xerc dikin."

Serokwezîr Netanyahu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ez wek Serokwezîrê Îsraîlê dixwazin bibêjim, dibe ku bo we ne çaverêkirî be, lê ez vekirî û eşkere dibêjim. Hûn dibînin li newala Silikon, bazirganên Îranê di nav wan de damezrêner û rêveberên cîbicîkar ên Uber, Ebay, Dropbox û çendîn kompanyayên din ên diyar in. Xelkê Îranê jîr in, dahêner in. Madem wiha ye Îran çima welatekî hejar e? Çima bêkarî hewqasî zêde ye? Bersiv tenê du peyv in; rejîma Îranê. Dîktatorên Îranê sermaya welatê xwe talan kirine, ev cihê şermê ye ku Îran girîngiyê bi xelkê xwe nade? Li beramber bi dehan milyon dolar li programa nûkleerî, belavkirina terorê li cîhanê û şer û pevçûnan li Rojhilata Navîn xerc dike û her xelkê Îranê jî ji ber jaritiyê dinale."

 

 

Bi heman mijarî:

Serokê Mossadê yê berê: Netanyahu di sala 2011an de emrê şerê li dij Îranê da
Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
Netanyahu: Ger Hamasê bi darê zorê filistînî neşandibana ser sînor tiştek nedibû
Netanyahu: Erdogan kuştinê baş dizane
Netanyahu: Em ê çalekiyên xwe bidomînin
Etîketan:
Serokwezîrê Îsraîle, Benjamin Netanyahu, Îsraîl, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de