09:50 23 Hezîran 2018
Remezan Qadîrov

Qadîrov: Nêzîkî 100 zarokên jinên ku li Iraqê têne cezakirin dê vegerin Rûsyayê

© Sputnik / Said Tsarnaev
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Çeçenistanê Ramzan Qadîrov got ku li gor planan di demeke nêzîk de wê ji Iraqê 94 zarokên ku dayikên wan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve têne darizandin, vegerin Rûsyayê.

Qadirov li ser hesabê xwe yê Telegramê nivîsandiye "piştî navbereke kurt ya bi çareseriya pirsgrêkên dijwar ên hiquqî dê 94 zarokan veguhêzîne Rûsyayê. Ew zarokên wan jinên kû ji aliyê hikumeta Iraqê ji bo demeke dirêj hatine girtin. Zarok wê bi dû merheleyan bo Rûsyayê bên veguhestin. Koma ewil a ku ji 49 zarokan pêk tê, ji wan 25 di meha hezîranê de dê vegerin Rûsyayê."

‘JI BO KU ZAROKÊN ME DI NAV MALBATÊN XWE Û LI WELATÊN XWE BIJÎN EM HER TIŞTÎ DIKIN'

Qadîrov diyar kir ku hemû zarok di bin hikûmdariya Rûsyayê de ne û vê gavê hemû belgeyên pêwîst ji bo derbaskirina sînor sînor amade ne. Serokê Çeçenistanê wiha dewam kir: "Merheleya dûyemîn a vegera wan zarokên hemwelatiyên Rûsyayê, yên ku li derveyî walêt ji dayîk bûne. Hejmara wan 45 e. Ev pêvajoyeke pir zehmet e, lê ji bo ku zarokên me di nav malbatên xwe û li welatên xwe bijîn em her tiştî dikin. Em ji xizmên zarokan pêşniyaz bikin ku daxwaza analîza DNAyî bikin. Ev proseya wê welatîbûna zarokan diyar bike û prosedura vegerê hêsantir dike."

‘EM JI BO HER WELATIYEKÎ ME YÊ BIÇÛK TÊDIKOŞIN'

Qadîrov got kû wan bi rayedarên Iraqê re peyman girêdaye ku zarokên rûsîaxêf teslîmî malbatên îraqiyan nekin. Li gor agahiyên wî, ji 49 jinên li Iraqê ji bo girtina heta hetayê hatine sizadan, 21 ji wan hatine darizandin, 2 ji wan bi biryara darvekirinê hatine girtin û 26 li benda dadgehê ne. Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, "Em ji bo her welatiyekî me yê biçûk têdikoşin. Û ji me re ferq nîne ew zarok ji kîjan netewî, li kû derê ji dayîk bûye yan jî kîjan olî ye. Dayîkên wan bi riya xeter meşiyan û ji bo demeke dirêj hatine zindankirin. Lê zarok ne berpirsên kiriyarên dê û bavên xwe ne. Ev rastiyeke xemgîn e lê qanûnên wî welatî wisa ne. Ez bawerim ku rayedarên federal her tiştî dikin ji bo kû jinên cezakirî li Rûsyayê bêne darizandin û zindankirin."

'LI ZINDANA BEXDAYÊ ZÊDETIRÎ 100 JIN Û ZAROKÊN WELATIYÊN RÛSYAYÊ GIRTÎ NE'

Di meha adarê de, nûnerê serokê Çeçenistanê li welatên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakûr Zîyad Sabsabî ku serokatiya ekîba xebata ji bo vegera jin û zarokên Rûsyayê dike, ragihandibû kû li zindana Bexdayê zêdetirî 100 jin û zarokên welatiyên Rûsyayê girtî ne. Ev jin ji alî rayedarên Îraqê di terorîzmê û derbazkirina sînorên walêt bi awayekî ne qanûnî hatine tewanbarkirin û ew li benda darizandinê ne. Ew jin ji aliyê hevserên xwe yên kû tev li refên DAIŞ ê bibûn veguhestîbûne Rojhilata Navîn û piştî mirina wan jin bêxwedî mabûn.

Bi heman mijarî:

Qadîrov: Bi saya Pûtîn gelê Çeçenistanê ji belaya terorê xelas bû
Qadîrov: Berî ku helikopter bikeve du leşkeran xwe jê avêt
Qadîrov: Amerîka ‘hespa Troy' ji Îranê re amade dike
Qadîrov: Amerîka durûtiyê dike
Qadîrov: Em li benda terorîstên ku şandine Çeçenistanê ne
Etîketan:
Hemwelatiyên Rûsyayê, Zarok, Jin, DAIŞ, Remazan Qadîrov, Çeçenistan, Iraq, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de