01:22 18 Hezîran 2018
Leşkerên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê

Hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê: Ji ber êrîşên me herî kêm 892 sivîl mirin

© AP Photo / Mindaugas Kulbis
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevpeymana navdewletî ya bi pêşengtiya Amerîkayê daxuyand ku li Sûriye û Iraqê ji ber êrîşên wan ên ji sala 2014a û vir ve herî kêm 892 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rapora hevpeymanê hêzên hevpeymanê ji Tebaxa 2014a heta Nîsana 2018a 29 hezar û 358 êrîş pêk anîne.

Di raporê de hat diyarkirin ku li ser agahiyên vê gavê yên li gorî nirxandinên Hêza Peywira Hevpar a Yekbûyî (CJTF-OIR) ji roja destpêkirina Operasyona Bibiryarî ya Xwezayî û vir ve di encama êrîşên hevpeymanê de bi şaşî herî 892 sivîl mirine.

Wendahiyên sivîl ên ji ber êrîşên ku Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi pêşengtiya Amerîkayê li Sûriyeyê li dar xistine, ev demeke dirêj e mijara nîqaşê ye. Çavkaniyên sûriyeyî diparêzin ku hejmara sivîlên di encama êrîşên hevpeymanê de jiyana xwe ji dest daye, zêdetir in.

Rûsya û Sûriye derbirin ku operasyonên Amerîkayê yên li Sûriyeyê îstiqrarê nayîne herêmê.

Bi heman mijarî:

Hevpeymana navdewletî 8 polîsên Iraqê kuştin
Hevpeymana navdewletî: DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê têkşikiya
Rûsya: Hevpeymana navdewletî li kampa Hesekê milîtanan perwerde dike
Hevpeymana navdewletî li Sûriyeyê binesaziya cihên hatine valakirin îmha dikin
Etîketan:
êrîş, sivîl, Hevpeymana navdewletî ya bi pêşengtiya Amerîkayê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de