23:05 21 Hezîran 2018
serokê Mossadê yê berê Tamir Pardo

Serokê Mossadê yê berê: Netanyahu di sala 2011an de emrê şerê li dij Îranê da

© AP Photo / Ronen Zvulun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Serwêsa îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) yê berê Tamir Pardo ragihand ku “Serokwezîr Netanyahu di sala 2011an de li Artêşa Îsraîlê emir kir ku di nava 15 rojan de tevdîra êrîşkirina Îranê bibînin.”

Tamir Pardo di bernameya televîziyonê ya bi navê Ovda de pirsên rojnamevan Ilana Dayan bersivandin. Pardo di derbarê Netanyahu de gotinên balkêş kirin. Pardo da zanîn ku "Netanyahu di sala 2011an de li Artêşa Îsraîlê emir kir ku di nava 15 rojan de tevdîra êrîşkirina Îranê bibînin, ev emir li min ecêb hat. Tu serokwezîrekî bela sebeb emrekî wiha nade, di meselê de henek ne mumkun e."

Tamir Pardo di derbarê mijarê de axaftina xwe wiha domand: Piştê ku Netanyahu vê emrê da min dest bi lêkolînê kir da ku ez hîm bibim bi rastî jî Netanyahu dikare emrekî wiha bide. Ez li hiqûqnasan û serokên Mossadê yên berê geriyam. Lewra divê min baş bizaniba ka berpirsiyarî ya kî, ger pilana te serkeftî nebe wê hesabê vê ji kî were xwestin.

Serokê berê yê Mossadê Tamir Pardo di sawiyqa axaftina xwe de anî ziman ku "di rewşekê wiha de du rê li pêşiya we heye, ya hûn ê emrê bi cih bînin yan jî û wezîfê bihêlin biçin."

Bi heman mijarî:

‘MOSSAD û şêwirmendên Trump bi dizî hevdîtin kirin'
'Îsraîl qebûl dike ku hêzên sûrî li ser sînorên wê werin bicîkirin'
Îsraîl di navbera Herêma Xazeyê û behrê de dest bi avakirina dûwareke nû kir
Îsraîl, li Şerîaya Rojava plana avakirina jîngehekê dike
Etîketan:
îran, îsraîl, mossad, îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de