19:04 23 Hezîran 2018
Binyamin Netanyahu û Donald Trump

‘Mûeyîdeyên Amerîka yên li hemberî Îranê zêdetir bi kêrî Îsraîlê tên'

© REUTERS / Ronen Zvulun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 01

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê û Balyozê Tirkiye yê Washîngtonê yê berê Faruk Logoglu ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re bûyerên dawî yên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Îsraîl û Îranê nirxand.

Dîplomat û pisporê têkiliyên navneteweyî Faruk Logoglu ji bo Îsraîl û Îranê got: "Faktora sereke ya problem û têkiliyên navbera Tehran û Telavîvê, Îsraîl hebûna Îranê sebebê tunebûna xwe dibîne û Îran jî ti carî hebûna Îsraîlê li Rojhilata Navîn qebûl nekiriye. Eger em vegerin gengeşiya çend rojê dawîn, di vir de jî rola Amerîka derdikeve holê. Ji tekçûna têkiliyên Amerîka û Îranê zêdetir Îsraîl sûd û hêzê jê werdigre û dê vê hêzê li hemberî Îranê bikar bîne. Ji aliyê din ve mûeyîdeyên ekonomîk ên Amerîkayê dibe Îranê têxe zorê, lê divê were zanîn ku Îran yek ji welatê herî bihêz ê herêmê ye."

‘DIBE AMERÎKA BI ÎSRAÎL Û SIÛDÎ RE LI HEMBERÎ ÎRANÊ ÊRIŞÊ PEK BÎNE'

Pisporê têkiliyên navneteweyî Faruk Logoglu di berdewamiya axaftina xwe de pêwendiyê Îran û Îsraîlê nirxand û ji bo îhtîmala şerekî navbera herdu welatan got: "Di şertê niha yê heyî de wê ti şer dernekeve. Lê tiştekî wiha jî mimkin e, piştî 12 şertên Amerîkayê yên derheqê peymana nûkleerî ya Îranê de ku pêşkêşî raya giştî ya cihanê kirin, rêvebirên Tehranê jî bi eşkere gotin em van şertan bi cih nayînin. Amerîka jî wê dest bi mûeyîdeyên ekonomîk bike, her mûeyîdeyeke nû wê têkiliyen Tehran û Washîngtonê xirabtir bike. Eger Amerîka ji mûeyîdeyên ekonomîk encamekê wernegire dibe wê demê bi Îsraîlê re heta dibe Erebistana Siûdî jî bigihîne xwe û li hemberî tesîsên nûkleerî yên Îranê êrişên moşekî pêk bîne. Tabî dema ev êriş pêk hat wê Îran jî bersivê bide û Rojhilata Navîn bi şerekî mezin re rûbirû bimîne."

‘ÎSRAÎL BI PIŞTGIRIYA KÊ ÊRIŞÊN SÛRİYEYÊ PÊK TÎNE?

Faruk Logoglu di dirêjiya axaftina xwe de êrişên Îsraîlê yên ser Sûriyeyê nirxand û ji bo rola Rûsyayê got: "Her çi qas Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniya xwe de got bila Îran ji başûrê Sûriyeyê derkeve jî Tehran û Moskowa du welatên ku li Sûriyeyê hevkariyê bi hev re dikin in. Li gor texmînên min êrişên Îsraîlê li Sûriyeyê li hemberî hêzên îranî wê ne bi erêkirina Rûsyayê be. Di encamê de divê Îsraîl welatê herî dawî be ku bikaribe mudaxeleya navxweyiya Sûriyeyê bike, heta qet neke. Jixwe pirsgirêkên herdu welatan hene û êrişeke bi sîstemî ya li hemberî Sûriyeyê wê îxtîlafa dijberî rejimê xurtir bike."

HELWESTA DEWLETEN MEZIN WÊ DI ŞERÊ ÎSRAÎL Û ÎRANÊ DE ÇI BE?

Logoglu di dawiya axaftina xwe de ji bo têkiliyên Rûsya û Îsraîlê got: "Moskowa têkiliyên xwe di asta herî jor de bi Telavîvê re dimeşîne, lê divê em vê jî jibîr nekin ku Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo pêvajoya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê, kemkirina herêmên gengeşiyê bûne welatên garantor. Di vê rewşa ku Rûsya ji bo aramiya Sûriyeyê dixebite de ne mimikin ku ji êrişên Îsraîlê re bêje erê. Tabî ev hisab ne hisabên mentiqî ne ku mirov bikaribe şîroveyên bi mentiq bike û di encama siyaseta navbera welatan de her tişt dibe. Yanî ez vê li gor mentixê pêşvêçûnên Sûriyeyê rast nabînim. Dixwazim bersiva pirsa şer jî wiha bidim. Eger di navbera Îsraîl û Îranê şerek derkeve ev tê wateya ku wê Amerîka jî bibe teref û şerê ku Amerîka teref beguman wê Rûsya jî li dijî wê cebhe bigre. "

Bi heman mijarî:

Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
Netanyahu: Ger Hamasê bi darê zorê filistînî neşandibana ser sînor tiştek nedibû
Netanyahu: Erdogan kuştinê baş dizane
‘Donald Trump û Netanyahu mafê mirovan binpe kirine'
Etîketan:
Krîza navbera Îsraîl û Îranê, Faruk Logoglu, Îsraîl, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de