09:49 23 Hezîran 2018
Benyamin Netanyahu

Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e

© AFP 2018 / JACK GUEZ
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku li kudera Sûriyeyê Îranê bibînin em ê lêxin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de got: "Îran li kudera Sûriyeyê were dîtin wê ji bo artêşa Îsraîlê bibe hedef."

Benjamin Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê tevgera xwe ya li hemberî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê bidomînin. Ne tenê li Girên Golanê em naxwazin li tu dera Sûriyeyê Îran bi cih bibe."

Wek tê zanîn rêvebiriya Îsraîlê li dijî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê ye û heta niha bi îdîaya hedefên Îranê ne di nava axa Sûriyeyê de gelek êrişên hewayî pêk anîne.

Bi heman mijarî:

Netanyahu: Ger Hamasê bi darê zorê filistînî neşandibana ser sînor tiştek nedibû
Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
Netanyahu: Erdogan kuştinê baş dizane
‘Donald Trump û Netanyahu mafê mirovan binpe kirine'
Netanyahu di derbarê Qudsê de daxuyanî dan
Etîketan:
Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu, Sûriye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de