22:28 18 Hezîran 2018
Hizbullah / Hasan Nasrallah - Ali Hamaney - Ruhullah Humeyni

‘Di demeke nêzîk de wê şerê Hizbullah û Îsraîlê derkeve'

MAHMOUD ZAYYAT
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 0 0

Akademîsyen û dîplomatê teqawûtbûyî ku herî dawî Balyozê Tirkiye yê li Parîsê bû Uluç Ozulker rewşa dawî ya Îsraîl, Îran, Filistîn û bi giştî Rojhilata Navîn ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Dîplomatê tirk ê teqawûtbûyî ku di heman demê de li Zanîngeha Bazirganî ya Stenbolê dersan jî dide Uluç Ozulker li Rojhilata Navîn ji bo pirsgirêka navbera Îsraîl û Îranê got: "Di rastiyê de pirsgirêka bi Îsraîlê gelekî kevn e. Ev pirsgirêk hetanî sadsala 18an a dema Osmanî ya Meseleya Şerqê diçe. Meseleya Şerqê em dikarin bi sê xalan hilweşandin, perçebûn û parvekirina Osmanî bînin ziman. Yahudiyan jî ji sala 1897an ve ji bo avakirina dewletê polîtîkaya vegera Filistînê meşandin. Hêza mezin ya wê demê Brîtanya û piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn jî Amerîka ji bo vê politikaya Îsraîlê piştgiriyeke xurt dan.

‘ÎSRAÎL HER DIÇE AXA XWE FIREHTIR DIKE'

Pisporên têkiliyên navneteweyî Uluç Ozulker got: "Yanî hê di serî devan dewletan li dijî berjewendiya herêma Rojhilata Navîn û Filistînê piştgiriya Îsraîlê kirin. Piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn Îsraîl xwediyê ji sedî 6ê axê bû, lê Amerîkayê bi biryara Konseya Ewleya Neteweyên Yekbûyî (KENY) axa wê derxiste ji sedî 56an. Ji xwe ji wê dîrokê û vir ve her çû axa xwe firehtir kir. Siyasetmedarên îsraîlî du polîtîkayan dimeşînin. Dema çepgir dibin desthilat nêzîkî noqteyeke çareseriyê dibin, lê dema rastgir dibin desthilat meseleyê gelekî tund dikin. Yanî rastgir polîtîkaya ji bo ewlehiyê aştî û çepgir jî polîtîkaya ji bo aştiyê ewlehî dimeşînin. Ji bo rastgiran mijara ewlehiyê esas e û ji bo ewlehiyê jî yekperçeyiya axê pêwist e. Îsraîl di hemû karê xwe de Amerîka bikar tîne û wek wîlayeta 51emîn a Amerîkayê tev digere, hemû xwestekên xwe bi awayekî bêmerhemet, beyî bersiva biryar û rexneyan bide bi dest dixe."

‘TRUMP ÎRAN XISTIYE HEDEFÊ'

Uluç Ozulker di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokê Amerîkayê Donald Trump jî neocon e û sê prensîbên girîng ê van hene. Ya peşî Amerîka û berjewendiyên wê, duyem ji bo xala yekem bide qebûlkirin artêşeke gelekî bihêz û ya sêyem jî yê ku riayetî siyaseta Amerîkayê neke hewce bike dikarin rejima wê jî biguherînin. Trump ji aliyekî ve Îran xiste hedefê û hemleya pêşî ya vekişandina peymana nûkleerî avêt û ji aliyê din ve biryarên ku cihanê têxe krîzê davîne wek meseleya bazirganiya bi dewletan re û ji aliyekî din ve jî bi Rûsyayê re di nava pêşbirkekê de ye. Wek min got Trump li Rojhilata Navîn Îran xistiye hedefê, lê di rastiyê de Îran di hedefa Îsraîlê de ye. Polîtîkaya Derve ya Amerîkayê heta îro tim di bin bandora Îsraîlê de ma. Li gor qenaeta min mijara Îranê jî di vê çarçoveyê de ye."

‘TRUMP WÊ YPG û HSDÊ LI HEMBERÎ ÎRANÊ BIKAR BÎNE'

Ozulker di dirêjiya axaftina xwe de got: "Rêvebirên îsraîlî ji bo Îranê ji xwe tehdîdeke ewlehî dibînin û di vê mijarê de Donald Trump jî di nav de gelek amerîkî jî qanih kiriye. Niha Amerîka ji bo lingan bi Îranê bide tevandin di nava tevgerekê de ye. Heta demeke nêzîk jî têkilî wek Erebistan Siûdî, Îmarat, Bahreyn û dewletên din ên kendavê bi Îsraîlê re tunebû, lê bi hewldana Trump ev jî pêk hat û niha bûne dewletên mutefiq. Amerîka li herêma Rojava ya rojhilatê Firatê jî 60 hezar milîsên ku ji Hêza Sûriyeya Dmeokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk dihatin bi çek kirin. Amerîka dê van hemûyan di plan û projeyên dijî Îranê de bikar bîne. Dibe Amerîka rasterast tevlî şer nebe, le îhtîmale ne pir dûr dibe di navbera Hizbullah û Îsraîl, Siûdî û Îmarata Erebî de şerek biqewime. Bi baweriya min ev dê nebe suprîz jî."

‘DI DEMEKE NÊZÎK DE WÊ ŞERÊ HIZBULLAH Û ÎSRAÎLÊ DERKEVE'

Dîplomatê tirk di dawiya axaftina xwe de got: "Îran xwediyê medeniyeteke sedsalan e û li gor texmînên min Amerîka wê bi şer nikaribe têk bibe, dê zêdetir hewl bide ku ji nava wê hilweşîne û bandora wê li ser herêmên ku hîlala şiî tê binavkiri bibire. Divê ev tenê wek şerê Îsraîl û Îranê were dîtin. Ji ber ku Siûdî, Îmarat, Misir, hêzên HSDê yên li Rojava jî di nav dene. Ji xeyrî şerê li dijî Hizbullahê îhtîmala ku veguhere şerê mezhebî jî heye. Tevlîbûna Tirkiyeyê ya meseleyê di xêra wê de ye çi dibe bila bibe divê tevlî şerê mezhebî nebe û dûr bimîne."

Bi heman mijarî:

Hizbullah: Normalîzebûna Siûdî û Îsraîlê tehdîda herî mezin e
Hizbullah: Îsraîl bersiva moşekên li Girên Golanê ketine bi êrîşa filîstîniyan dide
Di hilbijartinên Lubnanê de tifaqa Hizbullah-Emel derketin pêş
Yekîtiya Erebî Hizbullah bi terorîsî bi nav kir
Amerîkayê rasterast Hizbullah hedef nîşan da
Rûsya: Çawa şer biqede, Hizbullah û hêzên Îranê dê ji Sûriyeyê derkevin
Hizbullah: Çareserî dê li qada şerî be
Etîketan:
Şerê navbera Îsraîl û Îranê, Uluç Ozulker, Libnan, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de