09:49 19 Hezîran 2018
Xeze

‘Hamas û Îsraîlê di warê agirbestê de li hev kirin'

© AFP 2018 / MOHAMMED ABED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî êrişên li dijî Xezzeyê Hamasê ragihand ku bi rêya navbeynkaran bi Îsraîlê re li hev kiriye ku pabendî peymana agirbestê ya 2014an bimînin.

Li gorî medya tirkî Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Xelîl Xeyye bi daxuyaniyekê ragihandiye ku wan bi Îsraîlê re di warê agirbestê de li hev kiriye. Xeyye, "Di demên dawiyê de hindek navbeynkar ketin dewrê. Me li hev kir ku em vegerin peymana agirbestê ya li Xezeyê."

Di daxuyaniyê de derbarê navbeynkar û naveroka peymanê ti agahî nehatin parvekirin.

Ji aliyê din ve aliyê Îsraîlê di vî warî de ti daxuyanî neda.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku halê hazir dengên ku ji ber êrişên esmanî yên Îsraîlê nayêne bihîstin. Hêzên esmanî yên Îsraîlê duh bi şev û îro danê sibehê dem bi dem li Xezeyê êrîş pêk anîbûn û li sengerên Hamas, Cîhada Îslamî û komên din ên çekdar xistibû û di 2 rojên dawiyê de 4 filistîniyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi heman mijarî:

Artêşa Îsraîlê li Xezzeyê li gelek hedefên Hamas û Cîhada Îslamî xistin
Ji Koşka Spî daxuyaniya bûyerên Xezeyê: Hamas provoke dike
Hamas: Armanca me naguhere, em teslîmî Amerîkayê nabin
Hamas û Îran nêzî hev dibin
Îsraîlê êrîşî tunelên Hamasê û kelekên masîgiran kir
Netanyahu: Ger Hamasê bi darê zorê filistînî neşandibana ser sînor tiştek nedibû
Etîketan:
Agirbest, lihevkirin, HAMAS, Xelil Xeyye, Xezze, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de