03:28 18 Hezîran 2018
Îsraîl û Filistîn

Îsraîlê dest danî ser keştiya aktîvîstên filistînî

© AFP 2018 / JAAFAR ASHTIYEH
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Artêşa Îsraîlê li bendergeha Xezzeyê dest daniye ser keştiya bi navê 'Azadî' ku ji nav kesên di keştiyê de ji xeynî keptan herkes serbest hatine berdan.

Di salvegera 8em a pevçûna di keştiya 'Mavi Marmara'yê de, ji aliyê hin aktîvîstên filistîniyan ve bo bîranîna kesên di bûyerê de hatin kuştin, keştiyek sembolîk a bi navê 'Azadî' bera deryayê dan. Herwiha Artêşa Îsraîlê dest danî ser keştiyê û li bendergeha Aşdodê bi cih kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya nivîskî de got: "Keştiya ku ji Xezzeyê hereket kir, bi 17 murettebatên xwe ve xwest sînorê deryayê binpe bike. Keştî bi hemû amûrên xwe hat kişandin bendergeha Aşdodê."

Berdevkê Komîteya Çapemeniya yê Avakirina ji Nûve û Şikendina Dorpêçkirinê Ebu Silmiyye jî daxuyaniyek da û got: "Hêzên dagirkeriyê ji xeynî keptan kesên di keştiyê de serbest berdan e."

Bi heman mijarî:

'Îsraîl qebûl dike ku hêzên sûrî li ser sînorên wê werin bicîkirin'
Îsraîl di navbera Herêma Xazeyê û behrê de dest bi avakirina dûwareke nû kir
Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da
Etîketan:
keştî, pevçûn, şer, dagirker, Ebu Silmiyye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de