09:48 23 Hezîran 2018
Hemas

Hemas: Êrişên me yên moşekî tolhildana qetlîaman bû

© AP Photo / Adel Hana
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Baskê leşkerî yê Hemasê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku êrişa me ya top û moşekî li hemberî Îsraîlê tolhildana qetlîaman bû.

Nîşangir
© AP Photo / Alexander Zemlianichenko
Tuxaya Izedin Qessam a baskê leşkerî yê Hemasê û Seraya el-Kudus baskê leşkerî yê Hereketa Cihada Îslamî derbarê êrişên top û moşekî yên li hemberî Îsraîlê de daxuyaniyek belav kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji vir û pêve em ê bi xwînê bersiva xwînê û bi moşekan bersiva moşekên Îsraîlê bidin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku êrişa top, hawan û moşekî ya li hemberî Îsraîlê ji bo bersivdayîna qetlîamen Filistînê hat kirin. Êdî em ê nehêlin dijmin xwîna filistiniyan birijîne û dest bi sepandinên nû bike. Em ê li hemberî qetlîamên Îsraîlê bêdeng nemînin.

Li gor daxuyaniya Telavîvê duhî 25 topên hewanê ji Şerideya Xezzeyê bo Îsraîlê hatin avêtin. Îsraîlê jî wek bersiv êrişî baregehên Hemasê û Hereketa Cihada Îslamî ya li Xezzeyê kiribû.

Bi heman mijarî:

Hemas: Têkiliyen me bi Îran û Hizbullahê re gelekî xurt in
Hemas: Hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe bidomînin
Ebbas aciz bû: Hemas dixwaze bi me re an bi Îranê re li hev bike
Hemas: Îsraîl bicihbûna derqanûnî, li dijî lîderên ereb radibe
Îsraîl li Hemas da
Etîketan:
Hereketa Cihada Îslamî, Hemas, Filistîn, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de