20:23 20 Hezîran 2018
Nîşangir

Wezîr: Bila bi suîqestê werin kuştin

© AP Photo / Alexander Zemlianichenko
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Ewlehiya Gelemperî yê Îsraîlê Gilad Erdan di axaftina xwe de ragihand ku bila serokên rêxistinên berxwedêr ên filistînî bi suîqestê werin kuştin.

Wezîrê Ewlehiya Gelemperî yê Îsraîlê Gilad Erdan di axaftina xwe ya televîzyona Kanal 10an de ragihand ku bila serokên rêxistinên berxwedêr ên filistînî bi suîqestê werin kuştin. Divê Îsraîl ji îro pêve dîsa vegere polîtîkayên suîqestê.

Gilad Erdan di berdewamiya axaftina xwe de ji bo gengeşiya sînorê Xezzeyê serokên Hemasê sûcdar kir û got: "Serokên Hemasê ku em tim dibêjin ji hemû bûyerên ku li herêmê diqewimin berpirsyar in, divê êdî têkevin tirs û heyra canê xwe."

Erdan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di rojên pêşiya me de wê êrişên Îsraîlê yên li hemberî Xezzeyê zêde bibin. Raste em naxwazin gengeşiyê zêde bikin, lê Hemas û Îslamî Cihad vê dixwazin an na, em nizanin."

Bi heman mijarî:

'Îsraîl qebûl dike ku hêzên sûrî li ser sînorên wê werin bicîkirin'
Îsraîl di navbera Herêma Xazeyê û behrê de dest bi avakirina dûwareke nû kir
Îsraîl, li Şerîaya Rojava plana avakirina jîngehekê dike
Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da
Piştî rageşiya Îsraîl û Tirkiye, pêşniyara nasîna dewleta Kurdistanê li Knessetê ye
Etîketan:
Wezîrê Ewlehiya Gelemperî yê Îsraîlê, Gilad Erdan, Filistîn, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de