05:41 21 Hezîran 2018
Artêşa Yemenê

Di navbera leşker û milîsan de şer: 7 milîs hatin kuştin û çend jî êsîr hatin girtin

© AP Photo / Wael Qubady
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li bajarê Beyda yê Yemenê di navbera artêşê û milîsên husî de şer derket. Di encama şer de 7 milîsên husî hatin kuştin.

Li gor zanyariyên berdest, milîsên husî li herêma Mafrak Aşar a bajarê Beydaya Yemenê li hemberî cebheya leşkerên artêşê êrişek li dar xist.

Berpirsê leşkerî yê navçeya Natiya bajarê Beydayê Mesad es-Salahî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Milîsên husî li herêma Mafrak Aşarê êrişî leşkerên artêşê kirin. Di êrişê de 7 milîsên husî hatin kuştin û çend milîs jî bi saxîtî êsîr hatin girtin."

Li gor daxuyaniya Mesad es-Salahî di şerê ligel milîsên husî de 3 leşkerên girêyî artêşa Yemenê jî birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

‘Îsraîlê li hêzên îranî yên Yemenê xist’
Li Yemenê di 4 salan de 26 rojnamevan hatin kuştin
Serkirdeyekî siyasî yê Hûsiyan li Yemenê di êrişa esmanî ya siûdiyan de mir
‘Siûdî dahatên hecê ji bo şerê Yemenê xerc dike'
Li Yemenê di encama êrişa Erebistana Siûdî de gelek zarok jiyana xwe ji dest dan
Etîketan:
Artêşa Yemenê, Milîsên husî, Mesad es-Salahî, Eyn Beyda, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de